Here naveroka bingehîn
logo
logo
  • ROJEV
  • JIYAN
  • DINYA
  • ÇAND Û HUNER
  • SPOR
Türkçe
English
BHSC
Pусский
Français
العربية
Kurdî
کوردی
Shqip
فارسی
македонски
Bahasa Indonesia
Español
Dinya

Nûçegihanên AAyê berdan

Wîzeya rûniştin û xebatê ya ji bo navenda Hewlêrê tê girtin, di nav sînorên Kerkûkê de ji aliyê hikûmeta navendê ve nayê qebûlkirin. Nûçegihanên AA yên buroya Hewlêrê yên bi vê hincetê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
20 Sibat 2014
Nûçegihanên AAyê berdan

HEWLÊR

Wîzeya rûniştin û xebatê ya ji bo navenda Hewlêrê tê girtin, di nav sînorên Kerkûkê de ji aliyê hikûmeta navendê ve nayê qebûlkirin. Nûçegihanên Anadolu Agencyê (AA) yên buroya Hewlêrê Emrah Yorûlmaz, Ferhat Cîhan Penah, Arif Yûsif û Mihemed Jaffê bi vê hincetê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

Nûçegihanên AAyê yên ji bo şerê di nav Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û artêşa Iraqê de tê kirin teqîb bikin çûn herêma Selaheddînê, lê belê li xala kontrolê bi hinceta ku wîzeya Iraqê ya nûçegihanan tuneye, nûçegihan hatin binçavkirin. Nûçegihanên rojekê di binçav de man hatin berdan.

Alîkarê Edîtor ê Berpirsiyarê AAyê yê Hewlêrê Adem Demir daxuyanî da û di daxuyaniyê de got ku ji ber binçavkirinê tu qeyran neqewimiye û nûçegihan di çarçoveya prosedurên fermî de hatin berdan.

Demir îdiayên ku hin saziyên medyayê belav kir yên wek "Li herêmên leşkeriyê bê destûr wêne kişandin" derewand û wiha got: "Li herêmên leşkeriyê bê destûr wêne nehatine kêşandin. Hevalên me ji bo şerên li herêma Silêmanbegê diqewime çûn herêmê. Hêzên ewlehiyê ji ber ku wîzeya Iraqê ya hevalên me tunebû hevalên me binçav kirin. Hikûmeta Bexdayê wîzeya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) qebûl nake."

Demir destnîşan kir ku ji bo berdana nûçegihanan hemû aliya alîkarî daye û wiha dewam kir: "Ez sipasiyên xwe pêşkêşî Balyozxaneya Bexdayê, hikûmeta navendî ya Iraqê, Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê û erkdarên din dikim."

Nûçegihanên AAyê yên serbest hatin berdan gotin ku di maweya binçaviyê de, muameleyeke xirab li wan nehatiye kirin.

news_share

news_share_descriptionsubscription_contact

subscription
logo

Reporting the Changing World

next-sosyalX/TwitterFacebookYouTubeInstagram

SAZÛMANÎ

  • dîrokçe
  • kûnye
  • pergala birêvebirina kalîteyê
  • prensîbên weşanê
  • polîtîkayên çapemeniya civakî
  • Polîtîkaya Veşartîbûn û Çerezan
  • Polîtîkaya Agahdarkirinê
  • RSS

PEYWENDÎ

  • Ragihandin
  • daxwazên abonetiyê

Anadolu Ajansı © 2026

Google PlayApp Store
Nûçeya berê
Nûçeya paşê
Nûçeya berê
Li deriyê sînor Es-Selamê teqîn

Li deriyê sînor Es-Selamê teqîn

Nûçeya paşê

Arîkarê Serokwezîr Arinç li Londonê ye

Arîkarê Serokwezîr Arinç li Londonê ye

NÛÇEYÊN DAWÎ

Wezîr Kurum bi Parlementerê DEM Partiyê Sirri Sakik ra civiya

Li Hekariyê 2 çêlek û 2 golik dan jina ku çêleka wê jikêr çûbû

Serokê Ragihandinê Duran serdegirtina Mizgefta Eqsayê şermezar kir

Tirkiyeyê serdegirtina Mizgefta Eqsayê ji aliyê Wezîrê Îsraîlê va, bi tundî şermezar kir

Li Hekariyê çêleka jinekekê dema li çêreyê diçêriya ji zinarê wer bû û telef bû

Serokomar Erdogan: "Ji bo ku em welatê xwe bêtir xurt bikin, em bi heman cehdê va xebatên xwe didomînin"

Li Erdexanê du wesayît li hev qelibîn, 4 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn

Hemûyê bibîne