SÎNA/QAHÎRE
Balafirên şer ên Misrê êrîşî komên biçek ên li bajarê Şeyh Zûveydê yê girêdayê Bakûrê Sînayê kirin. Di encama êrîşê de 5 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên şahidên bûyerê herêma ku êrîş lê hate kirin, herêma et-Tevmeya girêdayê rojhilata Şêx Zûveydê ye.
Serheng Ahmed Muhammed Ali li ser Facebooka xwe wiha nivîsê: "Di encama teqîbê de îşev komek terorîst hatin kuştin."
Hat diyarkirin ku 3 balafirên şer ên artêşa Misrê êrîş li hin herêmên nîvgirava Sînayê kirin û di heman demê de 10 moşek avêtin.
-Çalakiyên li dijî derbeyê
Ji aliyê din ve, li welêt çalakiyên li dijî derbeyê didomin û birêveberiya derbeyê ceyrana Qada Rabîa El Adewiyê birî.
Berdevkê Îxwanê Cîhad El Haddad daxuyand ku her çiqas ceyran bê birîn jî rewşa wan baş e û tu tişt nikare wan ji rêya wan bike.
Di hin nûçeyan de dihat îdia kirin ku Îxwan û artêş li hev hatine ku heke hin rêvebirên Îxwanê bên berdan, Îxwan jî dê dev ji çalakiyan berde. El Haddat da zanîn ku ev nûçe tev derew in. Lihevhatineke wiha tuneye.