Haydar Şahin
10 Hezîran 2020•Rojanekirin: 10 Hezîran 2020
Mîralay Mihemed Kanûnûyê Berdevkê Artêşa Libyayê di daxuyaniya nivîskî da got, "Yekîneyên me yên eskerî ji hewayê operasyon birin ser eskerên peretî û milîsên Hefter ên li Sîrteyê bi cî bûne.
Kanûnû bal kişand ku çend mehên dawîn bangî mezinên Sîrteyê dikin ku "bi aqilmendî tevbigerin û bajêr ji bela şer dûr bigrin" îro cara dawîn ji bo Sîrteyê dîsa bang dikin.
Kanûnû destnîşan kir ku di çarçoveya pîlana herekatê ya bi destê navenda operasyonê hat amadekirin da ew ê milîsan dîsa têxin hedef û got, "Em ê Sîrteyê dîsa hildin kontrola dewletê û ji vê hedefa xwe dev bernadin."
- Çi bibû?
Artêşa Libyayê di 25ê adarê da operasyona "Bobelata Aştiyê" dabû destpêkirin di çarçoveya operasyonê da di 3yê hezîranê da tevahiyê sînorên Trablusê, di 5ê hezîranê da bajarê Terhuneyê hildabû kontrola xwe.
Artêşa Libyayê di daxuyaniya roja şemiyê da jî destnîşan kiribû ku ji bo Balafirgeha Eskerî ya Cufrayê, Sîrteyê û dorberê wê ji milîsan xilas bikin operasyona "Rêya Serfiraziyê" da destpêkirin.