Abdullah Tel
14 Gulan 2020•Rojanekirin: 14 Gulan 2020
Amûrên tibî yên ku Tirkiyeyê di çarçoveya têkoşîna li hemberî şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) da bi armanca piştevaniyê şand, gihîşt Xezeyê.
Der barê amûrên tibî yên ji ser Deriyê Sînor ê Kerm Ebû Salih derbasî alî Xezeyê kirin da ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê tu daxuyanî nehat dayînb. Amûrên tibî yên li Xezayê wê teslîmî Wezareta Tenduristiyê bikin.
- Piştgiriya ku Tirkiye di mijara Kovîd-19ê da dide Filistînê
Amûrên tibî yên ku Tirkiyeyê di çarçoveya têkoşîna li hemberî Kovîd-19ê da bi balafira kargoyê ya Rêhewayên Tirk (THY) va ji bo Filistînê şandinbû di 30yê Nîsanê da gihîştibû Balafirgeha Ben Gurîon a nêzî Tel Avîv a paytextê Îsraîlê.
Amûrên tibî di bin çavdêriya rayedarên Balyozxaneya Tel Avîvê ya Tirkiyeyê da derbasî termînala kargoyê ya balafirgehê hatin kirin û piştî muameleyan di 5ê Gulanê da şandibûn bajarê Ramallahê.
Şefê Mîsyona Berwext a Serkonsolosxaneya Qudsê ya Tirkiyeyê Ahmet Riza Demir amûrên tibî li bajarê Ramallahê bi merasima li Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê hat kirin da teslîm kiribû.