İbrahim Atmaca
29 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
WASHINGTON
Rêvebiriya Amerîkayê daxuyand ku ew hevdîtina serokê Koreya Bakur Kim Jong-un û Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping wekî geşedaneke erênî dinirxîne.
Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê di civîna çapemeniyê ya rojane da pirsên li ser Koreya Bakur bersivandin.
Sandersê li ser hevdîtina Şî û Kîm wiha got, "Xweşbîniyeke me ya bitedbîr heye, lê hevdîtina duh (Şî û Kîm) îsbata nîşaneyeke baş e ku helwesta zexta maksîmum ya li ser Koreya Bakur kêr tê. Ew (Kîm) piştî ku bû serokê Koreya Bakur, cara ewil li welatekî din dît. Her ku hevdîtin (ya Trump û Kîm) nêzîk bibe, em ê vê pêvajoyê xurttir bikin."
Sarah Sandersê li ser hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Kîm Jong-un a hat gotin ku wê di meha gulanê da were kirin jî wiha got: "Ev ji aliyê dinyayê va hevdîtineke girîng e. Em dixwazin emîn bibin ku ev bi lez û bez û rast hatibe kirin. Weke ku me berî niha jî gotibû, Koreyiyên Bakur ev pêşniyaza kir, me jî qebûl kir."
Serokê Koreya Bakur ziyareta xwe ya li dervayî welêt ya ewil li Pekînê kiribû û li Pekînê bi Serokê Dewletê Şî ra hatibû bal hev.
Hatibû daxuyandin ku Serokê Amerîkayê Trump û Kîm wê herî dereng di dawiya meha gulanê da li cihekî hevdîtinê bikin û teklîfa hevdîtinê ji rêvebiriya Pyongyangê hatiye.