Abdullah Tel
22 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin Serokê DYAyê Donald Trump îstifaya Sean Spicerê Berdevkê Qesra Spî qebûl kir û Alîkara Berdevk Sarah Sanders anî cihê wî.
Di du daxuyaniyên nivîskî yên Qesra Spî da der barê îstifaya ji meqamê berdevkiyê da hûrgulî hatin parvekirin.
Dema Trump li Ofîsa Gilover dest bi wezifeyê kir, Spicer jî ji bo berdevkiyê hat wezifedarkirin.
Daxuyaniya ewil a Qesra Spî der barê îstifaya Spicer da bû. Di daxuyaniyê da hat gotin ku îstifaya Spicer, ber êvarê ji hêla Serokê DYAyê Trump va hat qebûlkirin.
Di daxuyaniya duyemîn da jî hat gotin ku Alîkara Berdevkê Qesra Spî Sarah Sanders, êdî wekî Berdevka Qesra Spî hat wezîfedarkirin.