Fatih Gazioğlu
20 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2018
WASHINGTON
Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders daxuyand li ser mirina Cemal Kaşikçiyê rojnameger de wiha got: "Mirina Kaşikçi hat teyîdkirin. Em ji ber vê xeberê gelekî xemgîn in. Serê malbat, destgirtî û hemû dostên Kaşikçi sax be."
Sarah Sandersa Berdevka Çapemeniyê ya Qesra Spî li ser mirina Kaşikçi daxuyaniyeke nivîskî da.
Sarahê got ku Erebistana Siûdî lêpirsîna Kaşikçi temam kiriye û mirina wî teyîd kirine. Sandersê got ku tedbîr û encamên lêpirsînê Amerîka jî qebûl dike û wiha dewam kir:
"Mirina Kaşikçi hat teyîdkirin. Em ji ber vê xeberê gelekî xemgîn in. Serê malbat, destgirtî û hemû dostên Kaşikçi sax be. Em ê lêpirsînên li ser vê mijara trajîk ji nêz va bişopînin. Em ê edaleta ku li gorî hiqûqê ya şefaf û rast her dem biparêzin."
Erebistana Siûdî duh îtiraf kiribû ku Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî yê di 2yê cotmehê de piştî ku ket Serkonsolosxaneya Stenbolê jê xeber nehat sitandin "di encama xirecira ku li avahiya konsolosxaneyê derketiye de miriye."
Li gor nûçeya ku duh di SPAya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî de cî girt di encama lêpirsîna ku Serdozgeriya Erebistana Siûdî dikir de hat diyarkirin ku Cemal Kaşikçi dema ku hat Serkonsolosxaneya Stenbolê "bi hin welatiyên Siûdî yên ku wir bûn re ket nav nîqaşê, hevdu hincirandin û di encama xirecirê de Kaşikçi mir."