Dinya

Amerîkayê 21 milyon dolar alîkarî da YPG/PKKyê

26.06.2020 - Rojanekırın : 27.06.2020
Amerîkayê 21 milyon dolar alîkarî da YPG/PKKyê

Syria

 Piştî ku "Qanûna Parastina Sivîlên Sûriyeyê ya Sezar" ya dibêje mueyîdeyan bidin ser rejima Beşar Esed û piştgirên wê kete rewacê rayedarên Amerîkayê ji bo piştgiriyê 21 milyon dolar pere dan YPG/PKKya rêxistina terorê.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewledar hatin sitandin, Amerîkaya Qanûna Parastina Sivîlên Sûriyeyê ya Sezar ya mueyîdeyan dide ser rejima Esed û piştgirên wê di 17ê hezîranê da xiste rewacê paşê alîkarî da YPG/PKKya rêxistina terorê.

Rayedarên Amerîkayê ji bo YPG/PKK di bin tesîra mueyîdeyan da nemîne 21 milyon dolar alîkariya peretî da.

Qanûn kete rewacê rojekê piştî wê rêxistina terorê bi alîkariya peretî gihîşt rihetiyê, li herêmê dagir kiriye ji sedî 150 zem da ser mehaneyan.

Çavkaniyan gotin ku alîkarî ji bo carekê nehat dayîn, rayedarên Amerîkayê soz dan rêxistina terorê ku dema hewce bike ew ê dîsa piştgiriyê bidin.

- Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê înkar kir û Koalisyonê bersiveke zelal neda

AAyê der barê alîkariya dan rêxistinê da ji Berdevkiya Koalisyona Navneteweyî ya Dijî DEAŞê ya Amerîka pêşîkêşiya wê dike sual pirsî û berdevkiyê wekî mixatabê mijarê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê nîşan da. Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê jî bersiveke ku eleqeya wê bi pirsê tune da.

AAyê ji Koalisyonê pirsî û got, "Gelo dîsa alîkariya peretî dan HSDyê /YPG/PKK)?" û Mîralay Myles Caggînsê Berdevk diyar kir ku ji bo pêşîlêbirîna Kovîd-19ê û tenduristiyê 1,2 milyon dolar alîkarî hat dayîn.

Ji Caggîns pirsîn û gotin "Alîkariya tenduristiyê ya bi mehan berê napirsin, we ji ber Qanûna Sezar alîkariya peretî da yan neda?" li ser vê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê kete navberê. Wezaretê got ku wan tu alîkarî nedaye rêxistinê.

Bi vî awayî Koalisyona di pêşîkêşiya Amerîkayê da der barê alîkariya peretî ya AAyê tesbît kir da bersiveke zelal neda.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.