Tolga Akbaba
02 Nîsan 2026•Rojanekirin: 02 Nîsan 2026
Amerîka û Îsraîlê êrîşî Pireya B1ê ya li Kereca bajarê nêzîkî Tehranê ya girêdayî eyaleta Elbruzê ya Îranê kirin, navenda pireyê bi tevahî hilweşiya û hin kes jî birîndar bûn.
Walîtiya Eyaleta Elbruzê daxuyand Amerîka û Îsraîlê êrîşeke hewayî birin ser Pireya B1ê.
Hat gotin ji ber êrîşê navenda Pireya B1ê ya ku wekî "Pireya herî bilind a Rojhilata Navîn" tê nasîn bi tevahî hilweşiya û hin Îranî jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat gotin pire hê dihat çêkirin û amadehî dihatin kirin ku ew di demeke nêz da ji xizmetê ra bê vekirin.
Hat destnîşankirin ku di dema êrîşê da li hin herêman ceyran çû.