Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku Wezîrê Edaletê Bondî ji peywir hilda
New York
Serokê Amerîkayê Donald Trump Eşkere kir ku Wezîrê Edaletê Pam Bondî ji peywir hilda û Alîkarê Wezîrê Edaletê Todd Blanche wekîWekîlê Wezîr tayînê cihê wî kir.
Trump di daxuyaniya xwe ya ji ser çapemeniya civakî da ragihand ku Wezîrê Edaletê Bondî ji peywir dûr xist.
Trump got ku "Pam Bondî seranserê sala borî wek Wezîrê Edaletê bi sedaqat xizmet kir, welatparêzekî Amerîkayî yê nuwaze û dostekî bi wefa bû."
Trump diyar kir ku Bondî dê derbasî peywireke nû ya "gelekî girîng û hewce" yê di sektora taybet da bibe û di vê pêvajoyê da Blanche dê wekî Wekîlê Wezîrê Edaletê peywirê hilde ser xwe.
