Türkan Tosun
19 Mijdar 2018•Rojanekirin: 20 Mijdar 2018
BERLÎN
Almanyayê ji 18 kesên ku eleqeya wan bi kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi ra heye ra ketina welêt qedexe kir.
Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Almanyayê Chrîstopher Burger di civîna çapemeniyê ya li Navenda Çameneniya Federal da daxuyand qedexe hat kirin ku 18 kesên eleqeya wan bi kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçi ra heye bikevin welêt.
Burger got di mijara kuştina Cemal Kaşikçi da ew bi Fransa û Îngiltere ra diaxivin û heke hewce bike ewê gavên cuda jî bavêjin.
Burger anî ziman Wezîrê Karên Derva Heîko Maas li Brukselê der barê bûyerê da wiha gotiye: "Ji bo me di vê mijarê da ji bersivan zêdetir pirsên der barê çêbûna bûyerê û yên ew dane kuştin zêdetir in. Di rojên dawîn da min bi hemtayên xwe yên Frensî û Îngiliz ra di vê mijarê da hevdîtin kir. Wek Almanya me ji 18 welatiyên Siûdî yên ku eleqeya wan bi kuştinê heye ra qedexeya ketina welêt anî. Me di dawiya hefteyê da got em bendê ne di vê mijarê da bila bi têra xwe agahî bê dayîn."
Burger got ewê der barê nasnameya 18 kesan da wê agahî nede û got qedexe ji bo herêmên Schengenê ye, ji 18 kesan 15 kes tîmên taybet in û 3 kesên din jî yên bi mijarê ra eleqedar in.
Burger anî ziman ew ji Erebistana Siûdî di mijara lêpirsînê da zelalbûnê dixwazin.
Berdevkê Hikûmetê Steffen Seîbert jî got der barê vê sûcê xirab da têra xwe agahî nedane wan.
Seîbert got ji Brukselê der barê mijarê da di dawiya hefteyê daxuyanî hatiye dayîn ku wek hikûmet ew jî piştgiriyê didin vê tevgerê.