Önder Beyter
19 Mijdar 2018•Rojanekirin: 20 Mijdar 2018
QUDS
Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ku dagirkirî ye, 22 Filistînî binçav kirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê, li çend herêmên Şerîeya Rojava bi şev li dijî malên Filistîniyan operasyon hatin kirin û bi îdiaya "tevlî bûyerên terorê bûne" 22 Filistînî hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku ji bo jêpirsînê, Filistîniyên binçavkirî sewqî navenda binçavkirinê ya li herêmê kirin.
- Şêniyên Cihû êrîşî gundê Urif kirin
Ji aliyekî din va jî, bi dehan şêniyên Cihû di bin parastina eskerên Îsraîlê da êrîşî dibistan û malên gundê Urif ku li başûrê Nablusê dimîne, kirin.
Serokê Meclisa Gund Mazin Şehade ku ji peyamnêrê AAyê ra xeberda, diyar kir ku eskerên Îsraîlê bi guleyên plastîk û xaza rondikrêj va midaxaleyî şêniyên gund ên ku li hemberî êrîşên Cihûyan derketin, kirin.
Şehade diyar kir ku ji ber xazê Filistînî hindik mabû bixeniqin.
Ev çend hefte ne şêniyên Cihû êrîşî gundê Urif dikin.
Herwiha li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ki dagirkirî ne, hêzên Îsraîlê pirî caran bi ser malan da digirin û bi îdiayên cur be cur Filistîniyan biçav dikin.
Li gorî çavkaniyên fermî yên Filistînê, di girtîgehên Îsraîlê da qedera 6 hezar û 500 Filistînî hene.
Îsraîl bi sepana ku jê ra dibêje "tewqûfkirina îdarî" va di çarçoveya îstixbaratê da ji mehekê heya 6 mehan dikare Filistîniyan tewqûf bike. Heger biryar were dayîn ku kesê girtî "ji bo ewlekariya Îsraîlê xeternak e" dadgerê esker dikare bêyî tawanbariyekê maweya tewqûfê heya 5 salan dirêj bike.