Ahmet Aydın
18 Adar 2018•Rojanekirin: 19 Adar 2018
EFRÎN
Ekîbên Seroktiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD), li gundên Dêr Belût, Mehmûdiyê û haciyan ên girêdayî bajarokê Cindirêsê, xwarina germ û qumanye belav kir.

Rêveberê Wîlayeta Hatayê yê AFADê Omer Akbaş derbarê belavkirina alîkariyan de anî ziman ku weke AFADê di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de hemî tedbîrên xwe sitendine.

Akbaş destnîşan kir ku piştî Artêşa Tirkiyeyê navenda Efrînê kontrol kir, gelek sivîl vegeriyane û wan jî dest bi belavkirina xwarinê kiriye.