Berdevkê Artêşê Chrîs Olûkolade daxuyaniyek da û got ku li herêma Kerenoayê di navbera endamên rêxistinê û artêşê de pevçûn derket. Di pevçûnê de 44 endamên Boko Haramê hatin kuştin, 6 leşker mirin.
Olûkolade da zanîn ku piştî pevçûnan gelek milîtanên rêxistinê jî hatin girtin û destnîşan kir ku dê têkoşîna bi Boko Haramê re berdewam bike.
Olûkolade diyar kir ku operasyonên hêzên artêşê yên li daristanên Balmoyê ya ku milîtan xwe wir vedişêrin, berdewam dikin û wiha axivî: "Di operasyonên li daristanan de terorîst û komên çekdar bi temamî hatin qelandin. Di nav kesên ku hatin girtin de du biyaniyên wisa tê gumankirin ku leşkerên bi pere ne jî hebûn."
Tê zanîn ku endmên rêxistinê daristanên Balmo û Sambîsaya li eyaleta Jîgawayê ji bo êrîşan bi kar tînin.
Li eyaleta Bornoyê dawiya hefteyê êrîşî qaleqoleke leşkerî kiribûn û di êrîşî de 50 endamên rêxistinê miribûn.
Boko Haram cara ewil di sala 2000an de ji bo ku li hember birêvebiriya nebaş û gendeliya hikûmetê derkeve, derket holê.
Serokê Boko Haramê di sala 2009an de mir û rêxistinê li ser vê yekê berê xwe da bûyerên şîdetê. Boko Haram heta niha wekî berpirsyarê mirina hezaran kesî û êrîşên li ser îbadetgehan û saziyên dewletê tê dîtin.