SREBRENÎTSA
Jenosîda Srebrenitsayê li Ewropayê piştî Şerê Cihanê yê Duyem wek trajediya herî mezin û herî xedar tê qebûl kirin. Di jenosîda Srebrenitsayê de 8 hezar 372 zilamên boşnak hatin kuştin. Li ser navê Tirkiyê Wezirê Çand û Turîzmê Omer Çelîk beşdarî 18. Salvegera Jenosîda Srebrenitsayê bû û wiha got: "Jibîrkirina tiştên berê ji bo bîranîn û ruhê şehîdên ezîz yên jenosîdê nebaşiya herî xirab e."
Çelik di destpêka axaftina xwe de got ku "Min silav û diayên Serokomarê me Abdullah Gul, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û miletê tirk ji we re anî." û axaftina xwe wiha domand: "Merasîmên ku her sal 11ê Tîrmehê de çêdibin ji aliyekî ve êşên me nû dikin, lê aliyê din ve jî sûcê jenosîdê û rûyê wê yî reş nîşanî mirovahiyê dide. Dilê mirov ji ber bûyerên di Srebrenitsayê de qewimîn dişewite.11ê Tîrmehê ne bi tenê roja bûyerê dixe bîra me.Ew bangek e ji dema borî heta roja me tê û dibêje ku ol û nijad çi dibe bila bibe, hemû gel divê bi hev re bijîn û bigihêjin bextewarî û dilpakiyê. Ji bo ku êşên wiha dîsa neyên kişandin divê hemû gel çi dikeve li ser milên wan bikin."
Çelîk diyar kir ku êş tu carî nayên jibîrkirin. Çelîk destnîşan kir ku Tirkiye ji bo parastina nasnameya gelê Bosna Hersekê û pêşveçûna wê her tim piştgiriyê dide wan.
Merasîmê bi axaftinên beşdarvanên din dewam dike.