Türkan Tosun
16 Mijdar 2020•Rojanekirin: 17 Mijdar 2020
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Eliyew herêma eniyê ya ku bi Ermenistanê ra pevçûn lê çêbûn ziyaret kir.
Di wan dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin da tê dîtin ku Eliyew cil û bergên eskerî li xwe kirine.
Li bajarê Fuzuliyê gel wî bi coşeke mezin va pêşwazî dike.
Eliyew ji wesayîta xwe derdikeve û silavê dide gel, gel jî dirûşmeyan berz dike û hezkirina xwe nîşanî wî dide.
Welatiyên dibêjin "Eliyew" û "Îlham" bi telefonên xwe yên bêrîkê va wêne û dîmenên wî dikşînin.