Dinya

Papa Francîscus li Bexdayê ye

Nihat Kavşut  | 05.03.2021 - Rojanekırın : 06.03.2021
 Papa Francîscus li Bexdayê ye

Baghdad

Papa Francîscusê pêşengê rûhanî yê Katolîkan gihîşt Bexdaya paytextê Iraqê.

Li gorî ajansa fermî ya Iraqê balafira ku Papa Francîscus pê hat daket Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê.

Li balafirgehê Mistefa Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê bi merasima fermî Papa Francîscus pêşwazî kir.

Papa Franciscus û Kazimî li salona pêşwazîkirina rayedarên taybet biaxivin.

Piştî vê hevdîtinê Papa wê derbasî Qesra Serokomariyê ya li Herêma Kesk bibe û Berhem Salihê Serokomarê Iraqê bi merasima fermî pêşwaziya wî bike. Peyra wê Salih û Papa bicivin.

Papayê li vir bi nûnerên saziyên civakî yên sivîl ra bicive.

 Hevdîtina Papa Francîscus û Mistefa Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê dest pê kir

Hat ragihandin hevdîtina Papa Francîscusê pêşengê rûhanî yê Katolîkan ku hat Bexdaya paytextê Iraqê û Mistefa Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê dest pê kir.

Li gorî ajansa fermî ya Iraqê Papa Francîscus û Kazimî li Balafirgeha Navneteweyî Bexdayê li salona pêşwazîkirina rayedarên taybet civiyan.

Li Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê Mistefa Kazimiyê Serokwezîrê Iraqê bi merasima fermî Papa Francîscus pêşwazî kiribû.

Hevdîtina Papa Francîscus û Berhem Salihê Serokomarê Iraqê dest pê kir

 Papa Francîscusê pêşengê rûhanî yê Katolîkan li Bexdayê hat Qesra Serokomariyê.

Berhem Salihê Serokomarê Iraqê bi merasima fermî Papa Francîscus pêşwazî kir û peyra civiyan.

Papayê li vir bi nûnerên saziyên civakî yên sivîl ra jî bicive.

Papa Francîscus ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) serdanên xwe yên li dervayî welêt yên di sala 2020î da betal kiribû. Piştî 16 mehan Francîscus cara ewil e serdana derva dike û di dîrokê da Papayê ewil e ku Iraqê ziyaret dike.

- Cara ewil e Papa Iraqê ziyaret dike

Papa Francîscus ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) serdanên xwe yên li dervayî welêt yên di sala 2020î da betal kiribû. Piştî 6 mehan Francîscus cara ewil e serdana derva dike û di dîrokê da cara ewil e Papa Iraqê ziyaret dike.

Papa Francîscus serdana xwe ya li Iraqê wê di 8ê Adarê da temam bike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın