ANKARA
Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da sergirikê herî bilind a çiyayên Kurniyê ku dikeve bakurê Efrînê, bi dest xist.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê ji herêmê ragihandin, yekîneyên Artêşa Tirkiyeyê û ASAyê serê sibê li der û dora navenda beldeya Bilbilê operasyon da destpêkirin û serê çiyayên Kurniyê ji terorîstan safî kir.
Çiyayên Kurniyê li herêma Efrînê cihekî stratejîk e.
Di roja 12emîn a operasyonê ku li dijî rêxistinên terorê yên li Efrînê dest pê kir da yekîneyên Artêşa Tirkiye û ASAyê dora saet 12.00î gundê Bak Ubasiyê yê ku ji aliyê bakurê Efrînê va li ser beldeya Bilbilê ye, ji destê PYD/PKKya rêxistina terorê derxistibû.
Piştî ku gundên aliyê rojhilata bajaroka Bilbilê hatin bidestxistin, rêyên lojîstîk ên rêxistina terorê ku diçin bakurê Efrînê hatin birîn.
Di roja 12emîn a Operasyona Çiqlê Zeytûnê da li pênc beldeyên 19 jê gund, yek jê mezre û 6 jê çiyayên stratejîk an jî gir, bi tevahî 26 dever ji destê rêxistinê hatin derxistin.
Artêşa Tirkiyeyê û hêzên ASAyê di operasyonê da li beldeya Bilbilê gundên Şengal, Zehran, Balî, Kurnî, Hay Oglu, Heftar, Ursa û Bak Ubasî û mezraya Kurdo, li beldeya Racuyê gundên Edamanli, Elî Beqî, Bîlal, Omer Uşagi, Mamel Uşagi, Silêman Xelîl, Satî Şaxî û Alkana, Girê 915emîn û Girê 740emîn, li beldeya Şêx Hedîd Girê Şêx Hedîd û gundê Mîtlaqa Reş, li beldeya Cindiresê gundê Hemamê û Girê Mersîdesê, li beldeya Şeranê jî Çiyayê Birseyê û gundê Qestel Cundoyê bi dest xistibû.
Artêşa Tirkiyeyê ragihand ku ji destpêka Operasyona Çiqlê Zeytûnê heta niha 712 terorîst hatin berterefkirin.
Di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de hêzên esmanî 22 hedefên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê îmhe kirin.
Artêşa Tirkiyeyê hedefên terorê yên li herêma Efrînê ya Sûriyeyê dan ber topan.
Hedefên PYD/PKKyê yên li Efrînê yên ku bi pergalên tesbîtê ya radarê va hatin kifşkirin, ji aliyê yekîneyên ser sînor bi obusên Bahozê hatin lêdan. Dûyê ku ji ser hedefan rabû, ji hêla Kilîsê va jî xuya kir.
Di vê navberê da konvoya ku ji 18 wesayîtan pêk tê û wekî teqwiye bo yekîneyên ser sînor hat şandin, di bin tevdîrên ewlekariyê da gihîşt Kilîsê.
- Artêşa Tirkiyeyê û ASAyê li bakurê Efrînê gundê Bak Ubasî yê girêdayî bajarokê Bilbilê ji PKKyê safî kir
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da li bakurê Efrînê gundê Bak Ubasî yê girêdayî bajarokê Bilbilê ji rêxistina terorê PYD/PKKyê safî kir.
Artêşa Tirkiyeyê û ASAya ku piştgiriya operasyonê dike, serê sibê li dijî gundên dewrûbera bajarokê Bilbilê dest bi operasyonê kirin.
Di operasyonê da Artêşa Tirkiyeyê û ASAyê li bakurê Efrînê gundê Bak Ubasî yê girêdayî bajarokê Bilbilê ji rêxistina terorê PYD/PKKyê stand.
Bi bidestxistina gundên li rojhilatê bajarokê Bilbilê yê li ser sînorê Tirkiyeyê va rêyên lojîstîk û stratejîk ên rêxistinê yên ku ber bi bakurê Efrînê diçin, hatin birîn.
- Yekîneyên Artêşa Tirkiyeyê digel ASAyê di Operasyona Çiqlê Zeytûnê de Çiyayê Eyn Batmanê yê li bakurê rojhilatê Efrînê ji PYD/PKKê paqij kir
Yekîneyên Artêşa Tirkiyeyê digel Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) di çarçoveya Oprasyona Çiqlê Zeytûnê de Çiyayê Eyn Batmanê yê li bakurê rojhilatê Efrînê ji PYD/PKKya rêxistina terorê paqij kir.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li herêmê ragihand hêmanên Artêşa Tirkiyeyê û ASAyê berêvarê Çiyayê Eyn Batmanê ya li bakurê bajaroka Racuyê ya Efrînê ji rêxistina terorê paqij kir.
Danê sibê jî gundê Bak Ubasî ya girêdayî bajaroka Bilbilê ya li bakurê Efrînê û Çiyayê Kurniyê ya li hawirdorê wê ji terorîstan paqij kiribû.
Di roja 12emîn a Oprasyona Çiqlê Zeytûnê de li pênc bajarokên Efrînê 19 gund, mezrayek û 7 jê çiya û gundên stratejîk bi tevahî 27 cî ji rêxistinê hatibû xilaskirin.
Artêşa Tirkiyeyê û hêzên Artêşa Sûriyeya Azad a ku piştgiriyê dide oprasyonê di rojên borî de li bajaroka Bilbilê gundên Şengal, Zehran, Balî Koy, Kurnî, Hay Oglu, Heftar, Ursa û Kurdoya mezra, li bajaroka Racûyê Edamanlî, Elî Bekkî, Bîlal Koy, Omer Uşagi, Mamel Uşagi, Girê 740emîn, li bajaroka Şêx Hedîdê Girê Şêx Hedîd, Kara Mîtlak, li bajaorka Cînderesê jî gundê Hemmam û Girê Mersîdesê, li bajaroka Şeranê jî Çiyayê Bûrseya û gundê Kastel Cundo bi dest xistibûn.