05 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2019
WASHINGTON (AA) - Misteşarê Polîtîkayên Parastina Wezareta Parastinê (Pentagonê) ya Amerîkayê John Rood di mijara S-400an da got: "Me hê jî mil daneniye. Em ji bo ku rêyeke din bibînin û wan qanî bikin bi Tirkan ra hevdîtinên xwe didomînin. Em ji bo ku pirsgirêk hel bibe jî guftûgoyên xwe didomînin. Tirkiye helbet endamekî girîng ê NATOyê ye."
Rood li Pentagonê ji bo pirsên rojnamegeran bersiv da û ragihand ku Tirkiye ji bo ku dev ji S-400an berde ew hevdîtinên xwe yên bi Tirkiyeyê ra didomînin.
Di axaftinê da Rood bal kişand ser têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî YPG/PKKya rêxistina terorê û wiha pê da çû: "Di mijara hin plankirinan da em li bendê ne ku Tirkiye erênî be."
Misteşar ragihand ku têkiliya navbera Tirkiye û Amerîkayê di hin mijaran da çêtir dimeşe.
- "Li hemberî îhtimala êrîşa Îranê em hin nîşaneyan dibînin"
Rood di mijara Îranê da jî hin nirxandin kir û got ku digel polîtîkayên zextê yên li ser rejima Îranê Tehran hê jî dev ji hewlên xwe yên êrîşkar bernade û ev yek ji hêla îstixbarata Amerîkayê va hatine tespîtkirin û wiha pê da çû: "Ji ber sedemên diyar ez ê li ser hûrgiliyan nesekinim lê li hemberî îhtimala êrîşa Îranê em hin nîşaneyan dibînin. Em di vê mijarê da bi fikar in."