Dinya

"Îro Tirkiyeyeke wisa heye ku xwedî polîtîkaya dereke ya serbixwe ye"

Serokomar Erdogan: "Ji bo ewlehiya xwe ya neteweyî êdî Tirkiyeyeke wisa heye ku li benda pesendkirina kesî nasekine û operasyonan dibe serî. Îro Tirkiyeyeke wisa heye ku xwedî polîtîkaya dereke ya serbixwe ye"

05.12.2019 - Rojanekırın : 05.12.2019
"Îro Tirkiyeyeke wisa heye ku xwedî polîtîkaya dereke ya serbixwe ye"

Ankara

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Îro roj li gorî 17 salan berê Tirkiyeyeke pir bihêz heye. Îro Tirkiyeyeke wiha heye ne ku li ser lîstik tên leyîstin, lê li herêma xwe lîstikan saz dike an jî lîstikan xirab dike."

Erdogan li Londonê ku ji bo Zîrweya Serokan a NATOyê lê ye, li avahiya Old Billingsgateê ligel hemwelatiyên 'Tirk û civaka Misilman' ên li Îngiltereyê hat cem hev.

"Îro Tirkiyeyeke wisa heye ku xwedî polîtîkaya dereke ya serbixwe ye"

Serokomar Erdogan: "Ji bo ewlehiya xwe ya neteweyî êdî Tirkiyeyeke wisa heye ku li benda pesendkirina kesî nasekine û operasyonan dibe serî. Îro Tirkiyeyeke wisa heye ku xwedî polîtîkaya dereke ya serbixwe ye"

Erdoganê ku li vê derê axaftinek kir, bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir, "Ez ji vê derê bi wesiteya we silavên xwe ji bo mezlûmên Asyayî, Afrîkayî, Tirkistanî, Keşmîrî, Arakanî, Yêmenî, Libyayî û Sûriyeyiyan dişînim. Bi heman awayî ez mihebeta xwe ji bo birayên me yên Filistînî ku xwedî qibleya me ya yekemîn Qudsê derdikevin, tînim ziman."

Erdogan bal kişand ku ew gelekî bextewar e ku bi wesîleya Zîrweya Serokan a NATOyê ligel hemwelatiyên Tirk û civaka Misilman ên li Îngiltereyê hat cem hev û herwiha ji ber evîn, hezkirin û dilsoziyê sipasiya amadebûyiyan kir.

Erdogan: Îro Tirkiyeyeke wisa heye ku xwedî polîtîkaya dereke ya serbixwe ye

Serokomar Erdogan wiha axivî, "Di serdemeke ev çend krîtîk da ez dizanim ku dia û alîkariyên we bi welatê me ra ne. Hinek ji we ji bo perwerdeyê, hinek ji we ji bo rizqê xwe, hinek ji we jî ji ber wesayeta ku demekê li welatê me hebû, hûn rabûn we hîcret kir da ku jiyaneke asûdetir derbas bikin. Gava hûn hatin vê derê we, malbatên dilşewat û herwiha dost û hezkiriyên xwe li dû xwe hiştin."

Erdogan ji edebiyata Tirkî ji helbesta Erdem Beyazit a "Ji Birca Hîcretê" çend riste xwendin û wiha got, "Tirkên ku li vê derê dijîn, dûrî welat ji xwe ra jiyanên nipînû dan pêşiya xwe, li hemberî dijwariyan çok nedan erdê, gotin 'heger îman hebe îmkan jî heye' û xurbet ji xwe ra kirin cih û war. Welatiyên me yên li vê derê gelekî qenc û serbilind, nûnertiya gelê Tirk ê ku xwedî dîrokeke bi şan û serfirazî dikin."

Serokomar Erdogan da bibîrxistin ku 12ê mehê li Îngiltereyê hilbijartin dê were kirin û wiha got, "Di van hilbijartinan da divê hûn roleke sereke bilîzin û ez bawer im ku hûn ê bilîzin jî. Ez li ser navê welat û gelê xwe yek bi yek sipasiya we hemûyan dikim. Xwedê we ji her cure tengasiyê biparêze."

"Tirkiye di nava lepên ewle da ye"

Erdogan bal kişand ku Tirkiye di nava lepên ewle da ye û herwiha aştî, aramî û asayîşa wê jî di cih da ye û wiha dewam kir:

"Îro roj li gorî 17 salan berê Tirkiyeyeke pir bihêztir heye. Îro Tirkiyeyeke wiha heye ne ku li ser lîstik tên leyîstin, lê li herêma xwe lîstikan saz dike an jî lîstikan xirab dike. Îro welatekî wiha ye ku ji bo çend milyar dolarî ne ku destê xwe vedike, lêbelê di dinyayê da li gorî dahata xwe ya neteweyî herî zêde alîkariya însanî dike. Îro Tirkiyeyeke wiha heye ku li gorî 2002yan aboriya xwe 3,5 qat mezintir kiriye, dahata xwe ya neteweyî ji 3 hezar û 500 dolarî derxistiye 9 hezar û 700 dolarî û her sal di reqamên îxracatê da rekorê dişikêne. Îro Tirkiyeyeke wisa heye ku hêza wê ya deryayê pir biqewet e ku dikare li Ege, Behra Reş û Behra Spî ya Rojava mafên xwe biparêze. Îro Tirkiyeyeke wisa heye ku hemêza xwe ji bo zêdetirî 4 milyon mezlûm û mexdûrî vekiriye û ew hewandine."

Serokomar Erdogan ragihand li seranserê dinyayê tu welatekî ku mîna Tirkiyeyê rasterast mazûvaniya penaberan kiribe tuneye û wiha pê da çû: "Di nav van penaberan da bi qasî 3 milyon û 250 hezarê wê Ereb in, 350 hezarê wê Kurd in û di nav yên mayî da jî Êzdî, Keldanî û Aramî hene. Tirkiye cudahiyê nake navbera wan û û hemûyan xwedî dike. Tabî li vê derê tiştekî muhîm jî heye. Lê Yekîtiya Ewropayê çi kir? Yekîtiya Ewropayê di sala 2016an da 3 zêde 3 yanî bi tevahî soz da ku wê 6 milyar ewro piştevaniyê bide lê mixabin heta niha bi tenê 3 milyar ewro bi navbeynkariya saziyên civakî yên sivîl gihandiye Heyvasor û AFADa me. Ev pere nakeve tevlî budçeya me ya neteweyî nabe. Me çi kiriye? Heya niha di vê qadê da me ji 30 milyar dolarî zêdetir veberhênanî kiriye. Ferqa Tirkiyeyê ev e."

- "Ji bo ewlehiya xwe ya neteweyî Tirkiye li benda pesendkirina kesî nasekine"

Serokomar di berdewamiya axaftina xwe da li ser girîngiya serxwebûna Tirkiyeyê sekinî û wiha pê da çû: "Ji bo ewlehiya xwe ya neteweyî êdî Tirkiyeyeke wisa heye ku li benda pesendkirina kesî nasekine û operasyonan dibe serî. Îro Tirkiyeyeke wisa heye ku xwedî polîtîkaya dereke ya serbixwe ye. Herkes şîretê li me dike. Dibêjin 'Li Sûriyeyê çi karê we heye?, Hûnê çi çaxê ji wê derê derkevin?' Em jî di bersiva didin wan da dibêjin: Çi karê we li Sûriyeyê heye?, Bi Sûriyeyê ra sînorê we heye? Na. Wisa be çi karê we heye li wir? Ji cihê 10 hezar kîlometre dûrê wir e tu rabûyî û hatî vir, ji cihê 3 hezar, 5 hezar kîlometreyî dûrî wê derê ye rabûyî û hatî wir û yê me 911 kîlometre sînorê me bi hev ra heye. Ev terorîstên hanê, ev YPG/PYD, DEAŞ, PKK û ev hemû bi topên hewanê û moşekan va ji nişka va êrîşî ser sînorê me û bajarên me yên li ser sînoran dikin. Miletê me şehîd dikeve, birîndarên me hene û li hemberî van kirinan ma em ê milê xwe berhev bikin û li benda çi bisekinin? Rast e em li wê derê ne û heya ku em wan deran ji van terorîstan paqij nekin jî dernakevin. Ez vê yekê eşkere û ji dil û can dibêjim çavê me di axa Sûriyeyê da nîne lê ji kerema xwe yên çav berdane jî bila wê derê terk bikin."

Tevlî 82 milyon welatiyên Tirkiyeyê li dervayê Tirkiyeyê jî nêzî 6 milyon û 500 hezar welatiyên Tirkiyeyê hene û Serokomar Erdogan bal kişand ser rewşa wan jî û got ku Tirkiye bi dîplomasiyê va awayeke xurt mafê wan welatiyên xwe jî diparêze û wiha domand: "Tirkiye ji xwe ewle û bawer e û wê potansiyela xwe piştî salên dûr û dirêj ji nû va raxist holê. Bêgûman di van serfiraziyan da keda me hemûyan heye û ev berhema me hemûyan e. Ev serfirazî ewilî ya miletê me yê ku digel canê xwe li dewleta xwe, li vîna xwe, weke di 15ê Tîrmehê da li demokrasiya xwe, li serxwebûn û pêşeroja xwe xwedî derket e. Tirkiye ji bo van merheleyan bi nêrîneke seferberiyê tevdigere û tê vê astê. Ez ji we dixwazim ku bila dil we rihet be, ji Tirkiyeyê bawer bikin û ji dewleta xwe ewle bin."

Erdogan destnîşan kir ku ji bo civînê eywaneke mezintir nedîtin û ji ber vê jî nêzî hezar welatî li derva û ser piya man û ji wan jî xwest ku bila heqê xwe hela bikin.


- "Hemû dafikên wan têk diçin"

Serokomar Erdogan ragihand Tirkiye gavên him mayîndetiya wê û him jî pêşeroja wê hildide bin garantiyê bi biryardarî diavêje û wiha pê da çû: "Bi hewl û xebata Tirkiyeyê dinyayeke nû ya ku li navenda wê di şûna şer û pevçûnê da piştevanî, di şûna zilmê da edalet û di şûna lihevxistinê da aştî heye tê damezrandin. Hemû dafikên ku ji ser çek, ji ser mirinê, ji ser êş, xwîn, zext û gefan hatibûn danîn yek bi yek têk diçin."

Kesên wan wetrê ew ê Tirkiyeyê bi teror û şantajê terbiye bikin ji ber ku negihîştin mirazê xwe mehcûb bûn. 82 milyon bi piştevaniyê biratiya xwe û hizûra xwe zêde dike û meşa xwe didomîne.

Serokomar Erdogan bal kişand ku têkiliya di navbera Tirkiye û Îngiltereyê da ji 400 salî zêdetir e dewam dike, hevkariya bi sedan salî her diçe pêş dikeve, kur dibe û qewîn dibe.

Erdogan destnîşan kir ku li Qraltiya Yekbûyî qasî nîv milyonî Tirk hene û wiha pê da çû: "Hûn bi hebûna xwe ya li vê derê va di navbera welatên me da dibin pire. Li gor 15-20 salan berê îro li vê derê diasporaya me ya organîzetir heye. Civaka Tirk ji bo pêşketina têkiliyên di navbera Tirkiyeyê û Qraltiya Yekbûyî da roleke çalak dilîze. Ji ber ku welatiyên me di bazirganiyê da hebûna xwe nîşan didin em kêfxweş dibin."

Recap Tayyîp Erdogan bal kişand ku veberhênerên ji Tirkiyeyê di sektorên cuda da bi karê dikin va tevkariyê didin aboriya Qraltiya Yekbûyî û wiha pê da çû: "Bi hewlên we va hûn dizanin ku hedefa me herdu welatan di serê sala 2017an da eşkere kiribû çi bû? 20 milyar dolar bû hema bêje em gihîştin vê reqemê. Di sala 2018an da bazirganiya di navbera herdu welatan da ji sedî 14 zêde bû û derkete 18 milyar û 600 milyon dolarî."

"Reqemên turîzmê zêde dibin"

Erdogan diyar kur her sal reqemên turîzmê zêde dibin, di sala 2018an da ji Qraltiya Yekbûyî 2 milyon û 250 hezar turîst hatin welêt, di 10 mehên ewil ên îsal da jî ji sedî 13,5 zêde bû û derkete 2 milyon û 443 hezar kesî.

Serokomar Erdogan got, "Înaşellah em ê di reqemên turîzma 2019an da rekorê bi dest bixin. Bawer dikim ku ji aboriyê hetanî turîzmê, ji pîşesaziya parastinê hetanî veberhênan din leza me yê qewîn bibe."

Recep Tayyîp Erdogan got dixwaze ku di vê mijarê da xweparastinekê bide û axaftina xwe wiha domand:

"Serkeftina welatiyên me di jiyana aboriyê da bi dest xistin mixabin di qada siyasî da nîşan nedan. Ya rastî şert û mercên Qraltiya Yekbûyî vê mecbûr dike. Dîasporaya Tirk a aliyê wê yê siyasî û sivîl kêm bimîne ew ê di mijara pêşeroja xwe da ji hêla polîtîkayan da zeîf bimîne. Li gor ciyên din li Qraltiya Yekbûyî hewcedariya me zêdetir bi rêxistinên civaka sivîl hene. Ji bo vê ji we dixwazim ku bi rêxistinî, organîze û piştevaniyê tevbigerin."

Erdogan bal kişand ku gavên di mijara civaka sivîl da werin avêtin û xwebatên werin kirin girîng in û wiha axivî: "Heke hûn nêzî bêhêvîtiyê nebin û bi xwe bawer bikin bi îzna Xwedê kes nikare pêşiya we bibire. Heke li gora heman armancê kom bibin kes ikare we têk bibe û parçe bike."

Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiyeyê di 40 salî da gelek qurban dan terorê, lêbelê dema ev diqewimîn kesî serxweşî neda, negeriya tiştek pirs nekir û wiha pê da çû: "Kesên bêyî bedel bi dehan hezarî tiran va sîlah, cebilxane, wesayît û amûr ji rêxistinên terorê ra şandin bi pereyê xwe wesayît û amûr nedan me. Em ligel vê xebitîn. Cînarên nebaş em kirin xwediyê malê."

Erdogan diyar kir, wan ji kesên ku di têkoşîna terorê da aqil didan ra got, "Bira aqilê we ji we ra bimîne" û ji kesên ku carê carekê gotina "terora Îslamî" jî dibêjin ra jî wan got ku "herin li neynikê binihêrin".

Recep Tayyîp Erdogan bi bîr xist ku Îslam tê meneya "aştiyê" û di Erebî da ji bêjeya "silm"ê darijiye û wiha axivî:

"Îslam dînê aştiyê ye. Hûn nikarin bi tu awayî terorê nêzîkî dînê me yê aştiyê bikin û hûn nikarin Îslamê wek sifet daynin kêleka terorê. Kesên ku vê gotinê dibêjin, bira li qusûrê nenhêrin ez jî lenet dikim. Divê meriv vê pirsê ji van bike; li Zelandaya Nû 51 Misilmanên ku li ser nimêjê şehîdkirin kê bû? Mesîhî. Em qe dibêjin terorîstê Mesîhî? Me qet tiştekî wisa got? Me negot û em nabêjin jî. Çima? Dînê me yê Îslamê destûrê nade vê jî. Divê em pêşiyê li ser biaxivin ku di navbera têkiliyên dînên me da aştî çawa çêbibe. Mixabin hê li ser rûyê dinyayê hin pêşengên bêhurmetên ên welatên rêzdar gotina 'terora Îslamî' dibêjin. Ev nabe. Ne pêkan e ku em vê qebûl bikin. Me di axaftinên xwe yên ewil da jî çendîn caran got û dibêjin ku 'Van gotinan nebêjin. Hûn me birîndar dikin'."

Li Qraltiya Yekbûyî cihê civaka Tirkan

Erdogan bal kişand ku di dînê Îslamê da zilm tuneye.

Serokomar Erdogan diyar kir, heke zarok û ciwan baş perwerde bibin civaka Tirkan jî wê li Qraltiya Yekbûyî di jiyana siyasî, aborî û civakî û çandî da cihê xwe xurt bikin û wiha dewam kir: "Divê zarok û ciwanên me ziman û çanda xwe hîn bibin, têkiliya xwe ji welatê xwe yê eslî nebirin, ev girîng e. Ev tu carî ji bo entegrasyonê asteng nîne. Tiştekî pir asayî ye ku di esra kurewîbûnê da kesek xwe aîdê çend welatî hîs bike. Ya ku divê meriv îtiraz bike ev e; ji bo ku koçberek entegreyî civaka ku tê da dijî bibe, meriv li bendê bimîne ku koka xwe înkar bike."

Erdogan destnîşan kir ku hewildanên asîmîlasyonê heta niha li tu welatekî dinyayê encam nedaye, ji bo ku koçberek entegreyî civaka ku tê da dijî bibe, divê di serî da ew civak van koçberan qebûl bike, rêzê nîşanî mafên wan bide.

Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku di vê mijarê da Qraltiya Yekbûyî ji bo gelek welatê Rojavayê mînak e û wiha dewam kir, "Bi wesîleya ziyareta me, em ê sibê Mizgefta Cambridgeyê vekin, ev mizgeft wê bibe sembola vê helwestê. Bi piştgiriya Weqfa Diyaneta Tirkiyeyê û hewildana birayê me yê Yûsif Îslam va ev mizgeft hat çêkirin û wê ji bo hemû Misilmanên ku li van deran dijîn bibe serbilindiyek."

Erdogan destnîşan kir ku di demên dawîn da li tevahiya Ewropayê nijadperestî, cudakarî, antîsemîtîzm û dijmintiya Îslamê jî zêde bûye û wiha dewam kir: "Di hedefa tevgerên rastgirên tundraw da gelek caran Misilman û civaka Tirkan heye. Hilbijartina dawîn a Parlamentoya Ewropayê careke din nîşan daye ku li Ewropayê siyaseta nasnameyê her ku diçe zêdetir dibe. Bê guman di vê yekê da rola pêşdarazên dîrokî mezin e. Medya û hin siyasetmedaran jî bi van daxuyaniyên xwe yên bê perwa va ev pêşdaraz zêdetir kirin."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku neyartiya Îslamê ne bi tenê ji bo Tirkan, ji bo hemû dewletên rojavayê pirsgirêkeke mezin e û wiha axivî:

"Li metroya Londonê bavek û zarokê wî rastî êrîşekê hatibûn. Hûn dizanin jineke misilman ya ku xelkê Libyayê bû bertek nîşanî êrîşkaran dabû. Ev hereketeke wêrekane bû. Rêxistinî Neonazî îro ji bo hemû dinyayê xetereyeke mezin e. Ev rêxistin ka DEAŞ, ka PKK çî ye evana jî ew in. Têkoşîna ku dijî DEAŞ û El Qaîdeyê tê dayîn divê dijî van rêxistinên Neonazî jî were dayîn. Divê em vê rastiyê bibînin."

- "Meydanên li vê derê dijî terorîstên PKK-YPGyî û FETOyîyan vala nehêlin"

Serokomar Erdogan got ku ew ê têkoşîna xwe ya dijî rêxistinê terorê bênavber bidomînin û wiha axivî:

"Dixwaze min ji we ew e ku, meydanên li vê derê dijî terorîstên PKK-YPGyî û FETOyî vala nehêlin. Ji rayadar û mixatabên xwe ra rûyê van çeteyan behs bikin. Acizaya xwe ji rayedarên Qraltiya Brîtanyayê ra jî bibêjin. Bibêjine wan ev neyarên we ne jî. Ji wan re bibêjin tu dîn û miletê terorê tuneye. Ev teror ji bo hemû dewletan bela ye. Dijî dafikan jî hişyar bin. Ji musemehaya misilmanan tewîz nedin. Hem dijî neheqiyan têkoşîna xwe bidomînin, hem jî ji hiqûq, demokrasî û ji meşruiyetê tewîz nedin. Eger hûn bibin berdevkên heq û edaletê wê çaxê xebatên piştgirên terorê wê vala bimînin. Di xebatên we da Komara Tirkiyeyê wê her dem ligel we be."

Serokomar Erdogan ji ber Lûtkeya Serokên NATOyê û alîkariya wan spasiya Îngîltereyê kir.

- Ji çalakiyê

Serokomar Erdagan bi Emîne Erdogana xanima xwe va beşdarî çalakiyê bû.

Ji bilî Tirkên li Îngîltereyê dijîn ji 20 welatên cuda misilman beşdarî bernameyê bûn.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.

Di bernameyê der heqê Serokomar Erdogan belgefîlmek hat nîşandan. Ji bilî Serokomar Erdogan, Abdurrahîm Boynukalinê Nûnerê AK Partiyê yê Londonê û Enes El Tikrîtiyê Serokê Weqfa Cordobayê jî axivî.

Boynukalin tabloyeke mînyaturê ya Stenbolê a ku dîroka wê sala 1493 e bi diyarî da Serokomar Erdagan.

Wezîre Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Parlementerê AK Partiyê yê Îzmîrê Bînalî Yildirim û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik jî li bernameyê amade bûn.

Serokomar Erdogan û lijneya ligel wî piştî axaftinan bi mêvanên li salonê ra wêne kişandin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.