Ahmet Dursun
14 Îlon 2024•Rojanekirin: 16 Îlon 2024
Îranê peyka lêkolînê ya bi navê "Çemran-1"ê şand fezayê û ragihand ku bi serketî ket xulgeha li dûrahiya bi qasî 550 kîlometroyî.
Li gorî IRNAya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê peyka lêkolînê ya xwemalî ya bi navê "Çemran-1"ê ji aliyê mûşeka hilgir a Qaîm-100ê va hat pekandin.
Peyka lêkolînê ya ku wezna giraniya wê nêzîkî 60 kîlogramî bû bi serketî li xulgeha li dûrahiya bi qasî 550 kîlometroyî bi cih bû.