Handan Kazancı
14 Îlon 2024•Rojanekirin: 16 Îlon 2024
Vê hefteyê hejmara burcên sondajê yên neftê yên DYAyê, 5 zêde bû.
Li gorî daneyên heftane yên Baker Hughesa şirketa xizmetên qada neftê, li welêt hejmara burcên sondajê yên neftê, di hefteya 7-13ê îlonê da li gorî hefteya raborî 5 zêde bû û derket 488an.
Li DYAyê hejmara burcên sondajê yên neftê di nava salekê da jî 27 kêm bû.
Bihayê bermîla nefta Brent a ku roja pêncşemê bi 71,97 dolarî girtibû, roja înê jî di asta 71,61ê da temam kir.
Bihayê bermîla nefta xav a Rojavayê Teksasê (WTI) roja înê bi asteke weke 68,65 dolarî girtibû. Bermîla neftê xav a Rojavayê Teksasê (WTI) roja pêncşemê di asta 68,97 roj girtibû.