04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 04 Nîsan 2017
ÎDLIB
Rejima Esed li Sûriyeyê li El Habîta bajaroka Îdlibê êrîşeke kîmyewî kir. Berdevkê koma Ceyşul Nasra ku girêdeyî Arteşa Azad a Sûriyeyê Mihemed Raşîd daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û wiha got:
"Rejima Esed duh evarê li bajarok El Habîtê bi bombeyên warîlê êrîşeke kîmyewî kir. Niha em li cihê bûyerê ne. Nêzî 20 sivîlî birîndar bûne."
Hêzên rejimê beriya 5 rojan dîsa li Latameya bajeroka Hamayê êrîşeke kîmyewî li dar xistibû û di êrîşê de 2 kes miribûn û 30 kes jî birîndar bûbûn.