Nihat Kavşut
19 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, "Tirkiyeyê tu qeydeke dengan nedaye Pompeo yan jî rayedarekî din yê Amerîkayê."
Çavuşoglu di serdana xwe ya li Tîrana paytextê Albanyayê da bi Dîtmîr Bushatiyê Wezîrê Karên Derva yê Albanyayê ra civiya û piştî hevdîtinê di daxuyaniya çapemeniyê da axivî.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu destnîşan kir ku dizanin endamên FETOyê li Albanyayê hene û got dixwazin Albanya van kesan îade bike.
Çavuşoglu li ser îdiaya ku Tirkiyeyê der barê bûyera Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Erebistana Siûdî da qeyda dengan daye Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê wiha got: "Tirkiyeyê tu qeydeke dengan nedaye Pompeo yan jî rayedarekî din yê Amerîkayê."
Mevlut Çavuşoglu der heqê lêpirsîna bûyera Kaşikçi da diyar kir wê encamên derketin bi hemû dinyayê ra parve bikin û got em bi tu dewletekê ra filan û bêvan agahiyê parve nakin.