Haydar Şahin
19 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2018
MUŞ
Li Yeşîlovaya bajaroka Mûşê agir bi axê ket, welatî şaş û metel man.
Nîzamettîn Karasuyê ku axir bi axa zeviya wî ket daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku berê qet tiştekî wiha nehatibû serê wan.

Karasu got ji vir mehekê berê gundiyan haya wî pê xistin ku agir bi axê ketiye û wiha pê da çû: "Me çend caran hewl da ku vemirînin lêbelê şebeqê hatin hê dişewitî. Me pêşiyê got dibe ku nîşana erdhejê be lêbelê eleqeya wê tune. Li der û dorê kaya ku gundiyan ji bo heywanan dabû ser hev heye. Em ditirsin ku agir bi kayê bikeve."
Piştî haydarkirina welatiyan Midûrê Lêkolîn û Pêkanîna Rêveberiya Afatê ya Zanîngeha Muş Alparslanê Îskender Dolek li herêmê lêkolîn kir û diyar kir ku zeviya agir pê ketiye berê lîç bûye.
Dolek wiha axivî:
"Amûrên em jê ra dibêjin torf û turba li vê derê zehf e, dema zêde tepisiye germahî çêbûye û agir pê ketiye. Ji bo ku agir bi avahî û gihayên li der û dorê nekeve û tiştek bi tu kesî an tiştî neyê dibê tevdîr werin hildan."