Haydar Şahin
26 Adar 2019•Rojanekirin: 27 Adar 2019
Li Gercuşa navçeya Batmanê muzîkala anîmasyona "Xewnên Elîfê" ya ku li ser TRTyê tê weşandin hat lîstin.
Qaymeqamtiya Gercuşê versiyona muzîkal ya "Xewnên Elîfê" ya anîmasyona TRT Zarokê bi zarokên navçeyê da temaşakirin.

Muzîkal li Salona Konferansê ya Xwendingeha Razemenî ya Herêmê ya Gercuşê hat lîstin, Qaymeqam Mevlut Şekercî, Midûrê Perwerdeya Neteweyî Sirac Badur, mamoste û xwendekaran bi hev ra muzîkal temaşa kirin.
Ahmet Uyarê kordînatorê lîstikê diyar kir ku ji eleqeya nîşanî lîstikê didin gelekî memnun in, ji bo piştgiriya da jî ji Wekîlê Şaredar û Qaymeqamê Gercuşê Şekercî ra sipas dike.
Uyar destnîşan kir ku hetanî nika li gelek herêmên Tirkiyeyê 2 hezar kesî muzîkala wan temaşe kir.