Çand û huner

Eleqeya germ a turîstan a ji bo "Muzeya Penêr"

Turîstên xumalî û biyanî eleqeyeke germ nîşanî muzeyê dan ku li gundê Boxatepeyê Qersê bi destê welatiyan bi restorekirina mandireyeke 139 salî va hat duristkirin

Önder Beyter  | 26.03.2019 - Rojanekırın : 28.03.2019
Eleqeya germ a turîstan a ji bo "Muzeya Penêr"

Kars

Turîstên xumalî û biyanî eleqeyeke germ nîşanî "Muzeya Penêr" dan ku li gundê Boxatepeyê Qersê bi destê welatiyan bi restorekirina mandireyeke 139 salî va hat duristkirin.

Li gundê ku bi penêrê xwe yê Gravyer va gelekî navdar e, mandireya ku di 1880yan da hatiye çêkirin lêbelê ev demeke dirêj e nedihat emilandin, bi pêşengiya Komeleya Jîn û Jîngehê bi destê welatiyan hat restorekirin û dû ra vegerandin muzeyê.

Di muzeyê da alav û amûrên ku di girtina penêr da tên emilandin ên wekî mêzîna bilîbre, qab û depoyên qaşarê, aparatên kelandina gravyerê, kûpê haveyn û qalibên xwê tên nîşandan. Bi nîşandana vê yekê va jî armanc ew e ku mîrata çandî were naskirin û domandin.

Muze kesên ku bi taybetî bi Ekspersa Rojhilatê tên herêmê, dike mêvan.

Seroka Komeleyê Zumran Omurê di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku di encama lêkolînê da ew hîn bûn ku li gund 32 cure penêr heye.

Omurê diyar kir ku wan li Boxatepeyê di 2010an da li Tirkiyeyê yekemîn li dinyayê jî duyemîn muzeya ekopenêr ava kir û wiha got, "Hedefa me ew e ku em van 32 cure penêrên xwe, çanda xwe bi nifşên nû bidin fêrkirin."

Omurê diyar kir ku muze ji sala 2011an vir va aktîf tê emilandin û wiha dewam kir, "Par bêtir hat bihîstin. Gelek turîstên xumalî û biyanî hatin. Me par 17 hezar kes li muzeyê ezimand. Em li bendê ne ku îsal ev hejmar ji 20 hezarî bibihure, ji ber ku teleb zêde ye."

Seroka komeleyê Omurê bal kişand ku muze bala turîstên xumalî û biyanî gelekî dikişîne û wiha dewam kir, "Di muzeyê da dîroka bav û kalên me, dîroka penêr, dîroka ku dijî heye. Li vê derê behsa penêr, gravyer tê kirin. Li vê derê behsa girîngiya wê yekê tê kirin ku divê 32 cure penêr neyê jibîrkirin, li vê derê herwiha behsa girîngiya nebatên tibî û serkeftina jinan tê kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.