Melik Fırat Yücel
08 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2022
ÎSTANBUL (AA) - Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê pênc jê xwemalî, 6 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Di fîlma "Her Tişt Tê Da" ya ku wek lîstikvan Gurgen Oz, Gonca Vuslaterî, Kaan Yilmaz û Hakan Bîlgîn dileyîzin da tê xwestin ku meraqdarên fîlmên pêkenokê bên temaşekirinê.
Senaryoya fîlmê ji alî Hakan Eser va hat nivîsandin û di heman demê da wî derhêneriya fîlmê jî kir.
Di fîlmê da Asli Bankoglu, Tuncay Beyazit, Yagmur Un, Nîkkî Wîld, Ozgun Bayraktar, Ruya Corîç, Hazal Erîşkîn û Gokhan Tevek jî leyîstin.
- "Dayika Elîf"
Semîr Aslanyurek û Kazim Oz bi hev ra derhêneriya fîlma ku senaryo ji alî Nîhat Behram va hatibû nivîsandin, kirin. Di fîlmê da qala "Dayika Elîf" a der heqê pêşerojê da texmînan dike, tê kirin.
Muzîkên fîlmê ji alî Erkan Ogur va hatin amadekirin û Aliye Uzunatagan, Hulya Dîken, Necmettîn Çobanoglu, Alî Surmelî, Turgay Tanulku û Cezmî Baskin dileyîzin.
- "Ji Nû Va Xwesiya Min"
Di fîlma ku Alper Saldiran, Algi Eke, Zeynep Eronat û Asuman Dabak dileyîzin da Raşît Çelikezer jî derhênerî kir. Di fîlmê da qala bûka malê ya heş ji serî diçe û paşê u bi ser xwe da tê û hinek tişt nayên bîrê dike.
- "Rojên Hişkayî"
Di vê fîlma dramê ya mohra Emîn Alper li binî ye da qala bajarokeke ku ji ber hişkayiyê ketine nav tengasiyê dike.
Wek lîstikvan jî Selahattîn Paşali, Ekîn Koç, Selîn Yenîncî, Nîzam Namîdar, Alî Seçkîner Alici, Eylul Ersoz, Onur Gurçay û Hatîce Aslan dileyîzin.
- "Leneta Şeytên"
Di vê fîlma biyanî da ku Adam Leader û Richard Oakes derhênerî kirin da qala malbateke dixwazin serê salê pîroz bikin û di nav bobelatekê da dimînin tê kirin.
Di vê fîlma Îngilîzan a tirsê da Neal Ward, Nadîa Lamîn, Frank Jakeman û Sandra Howard-Williams dileyîzin.
- "Rêwiyê Demê Xocê Meşûr"
Ji bo kesên ji fîlmên anîmasyonê hez dikin jî fîlma "Rêwiyê Demê Xocê Meşûr" ku bi derhêneriya Nurullah Yenîhan va hatiye kişandin, vê heftê dikeve vîzyonê.