Yasin Dikme
08 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2022
Di qursa têlkariyê ya ku Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê vekir da jinên beşdarî qursê dibin şekl û şemal didin zîv û dikin xeml û xişir.
Şaredariyê daxuyanî weşand û ragihand ku jin eleqeyeke zêde nîşanî qursa têlkariyê didin.
Jinên beşdarî qursê bûn ewilî ji hêla teorîk va tên agahdar kirin û paşê jî ew dest bi çêkirinê dikin û teoriya pratîk jî wisa didome.
Perwerdekera qursa têlkariyê Kevser Kaplanê got ku jin eleqeyeke zêde nîşanî qursê didin û bi keda destê xwe xeml û xişikan çêdikin û gelek jî kêfxweş dibin.