Halil İbrahim Sincar
09 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2022
Li Muzeya Bajêr a Mêrdînû ya Sakip Sabanci pêşnageha "Dîwar û Jê Wêdetir" hat vekirin.
Li Galeriya Hunerê ya Dîlek Sabanci a Muzeya Kent a Bajêr a Sakip Sabanci ji ber vekirina pêşangeha Dîwar û Jê Wêdetir merasim hat lidarxistin.
Dîlek Sabanciya Endama Heyeta Mutevellî ya Weqfa Sakip Sabanci di merasimê da axivî û got ku dixwazin piştgiriyê bidin tecrubeya çandê ya li Mêrdînê bi sedan sala kom kiriye.
Sabanciyê di axaftina xwe da got ku "Me îro pêşangeha xwe ya Dîwar û Jê Wêdetir vekir. Ev pêşangeh me derdixîne rêwitiya ji rojên ewil ên mirovahiyê heta roja me tevnan. Em gelekî kêfxweş in ku li Mêrdîna bajarê qedîm a Mezopotamyayê vê pêşangehê vedikin."
Pêşangeh pêvajoyua geşedana ji wêneyên şikeftan dest pê dike û bi derbasbûna jiyana bicîbûyî va daxwaza xemlandina dîwaran, digel xemlên mimarî yên wekî fresk û mozaîkê û xalîçeyên dîwaran dike û ji koleksiyonên cuda ji 110î zêdetir xalîçeyên dîwaran tên pêşandan.