Özlem Limon
09 Nîsan 2025•Rojanekirin: 09 Nîsan 2025
Sitranbêja navdar Jennifer Lopez, ewê 1ê temûzê li otelekê Antalyayê, 4ê temûzê jî li Yenîkapi Festîvalparka li Stenbolê konserê bide.
Sitranbêjê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî tarîxên konserên xwe yên turneya xwe ya cîhanê parve kir.
Hunermend Lopez ewê 13ê temûzê li Madrîdê, 15ê temûzê li Barcelonayê, 20ê temûzê Budapestê, 1ê tebaxê jî li Qazaxistanê konserê bide.
Jennifer Lopez, yekemîn konsera xwe ya li Stenbolê sala 2012an dabû.