Çand û huner

SIFREYA WELÊT - Kifteya Evdîgor

Abdullah Söylemez  | 22.03.2026 - Rojanekırın : 23.03.2026
SIFREYA WELÊT - Kifteya Evdîgor Abdullah Söylemez

Ağrı

 Kifteya Evdîgor a tescîlkirî li Dogubazîda navçeya Agiriyê bi gelemperî zivistanê tê çêkirin, şêniyên herêmê û turîst gelekî jê hez dikin.

Di çarçoveya Projeya Sifreya Welêt da ku ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) va bi beşdariya Şaredariya Karatayê ji bo danasîna tehmên Tirkiyeyê hatiye amadekirin, ji tehmên Dogubazîdê çêkirina kifteya Evdîgorê hat vegotin.

Li gor agahiyan di dewra Osmaniyan da ji ber ku Begê Senceqa Dogubazîdê Çolak Evdî Paşa ji mehdeya xwe aciz bûye, 400 sal berê cara ewil ji bo wî li Qesra Îshaq Paşa bi navê kifteya Evdîgorê xurekê diyetê hatiye çêkirin. Ji ber wê yekê ev xurek ji xurekên herî kevnare yên diyetê tê qebûlkirin.

Aşpêj Hatîce Sariyê ji nûçegihanê AAyê ra qala terîfa kifteya Evdîgorê kir û got ku ji hêta rastê ya paşiyê ya noginê goştê bê don li ser kevir bi mîrkutokê du saetan tê kutan û goşt dibe wekî hevîr.

Pîvaz û xoyê tê tevkirin û tê vestrandin, bi qasî sêvekî dixin gulok û paşê di nava avê da 20 deqîqeyan tê kelandin û paşê li qoşxaneya kifteyan birinc tê zêdekirin.

Sariyê diyar kir, piştî ku birinc ava qoşxaneyê hildiçine xwe û dikele, rûnê nivîsk li ser kifteyan tê gerandin û tê xwarin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın