Çand û huner

Li Wanê Cejna Newrozê hat pîrozkirin

Yılmaz Kazandioğlu  | 21.03.2026 - Rojanekırın : 21.03.2026
Li Wanê Cejna Newrozê hat pîrozkirin Yılmaz Kazandioğlu

Van

Li Wanê bi boneya 21ê Adarê Cejna Newrozê bername hat lidarxistin.

Ji hêla Serokatiya Daîreya Karûbarên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin li Qada Bajêr a navçeya Edremîtê bername hat lidarxistin û bernameyê bi rawestîna rêznîşandanê û xwendina Marşa Îstiqlalê dest pê kir.

Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Ozan Balci agirê Newrozê hil kir û hesin kuta.

Beşdarên çalakiyê jî di ser agir ra banz dan û govend gerandin.

Alîkarên walî, Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Murat Mutlu, Qaymeqamê Edremîtê Omer Ahmet Ozdemir, amîrên saziyan, nûnerên partiyên siyasî û welatî beşdarî bernameyê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın