11 Gulan 2016•Rojanekirin: 12 Gulan 2016
NEW YORK
Mala Mezatê ya Chrîstîesê li New Yorkê mezatek li dar xist. Portreya wênesazê amerîkî Jean-Mîchel Basquîat ya bi navê "Bênav" di mezatê de 57,3 milyon dolarî hat firotin.
Li ofîsa New Yorkê ya Chrîstîesê di mezata "Piştî Şer û Hunera Modern" de bi giştî 318,4 milyon dolarî berhem hatin firotin. Herî zêde kesên ji Asyayê berhem kirîn.
Kesekî japon ê ku bi telefonê beşdarî mezatê bû û navê wî nehat eşkerekirin, berhemek 74,5 milyon dolarî kirî.
Berhema wênesazê amerîkî Jean-Mîchel Basquîatê ku di sala 1960an de ji dayik bû û di 27 saliya xwe de ji ber hişbirê mir di mezatê de bal kişand.
Berhema ku navê wê "Bênav" e û di sala 1982an de hatiye çêkirin û 238,7x500,4 santêm e 57,3 dolarî hat firotin. Beriya vê mezatê berhemeke wî 48,8 milyon dolarî hatibû firotin.
Di mezatê de ji bilî vê, berhemên hunermendên din Rîchard Prînce, Mîke Kelley û Agnes Martîn jî rekor bi dest xist û gelek biha hatin firotin.