11 Gulan 2016•Rojanekirin: 16 Gulan 2016
TUNCELÎ
Ark. Doç. Dr. Zulfu Selcanê Serokê Beşa Ziman û Wêjeya Kirmanckî ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Tûnceliyê "Ferhenga Biwêj û Gotinên Pêşiyan a Kirmanckî" (Qese û Qesê Virênu Leksîkon) amade kir.
Bi civîna ku li Pirtûkxaneya Zanîngeha Tûnceliyê hat lidarxistin pirtûkê dan nasandin.
Selcan di civînê de axivî û beşeke axaftina xwe bi kirmanckî kir û parast ku ev ferheng di ferhenga ewilîn a di vî warê de ye.
Selcan diyar kir ku Ferheng ji aliyê Zanîngehê ve hat çapkirin û dê wek diyarî belavî xwendekarên beşê bikin û wiha axivî:
"Ferhenga Biwêj û Gotinên Pêşiyan a Kirmanckî berhema xebatên 22 salan e. Dema mirov derve diaxive ji nav axaftinên mirovan dîtina gotinên pêşiyan gelekî zehmet e û berhevkirina wan tiştekî wisa ye ku sebrê dixwaze ji ber ku mirov van peyvan her dem bi kar naynîn, gotinên wisa ne ku nadîr tên bikaranîn. Kesên ku pê re eleqedar dibin baştir dizanin bi sebir guhdarkirina van, berhevkirina van karekî wisa ye ku gelekî sebrê dixwaze. Bila ev jî ji welatê me re, ji me hemûyan re, ji xwendekarê e re bi xêr be û di dîroka welatê me de cara ewil wek berhemê zimanekî ku li herêma me tê axaftin derket holê û ev yek jî ji bo me hemûyan serbilindiyek e."
Selcan pişt re ferhenga ku bi kirmanckî û tirkî îmze kir diyariyê xwendekaran kir.
Arîkarên Rektorê Zanîngeha Tûnceliyê Prof. Dr. Muzaffer Aşkin, Prof. Dr. Nîhat Tosun, Serokê Daîreya Dokumantasyon û Pirtûkxaneyê Erdal Gur û hîndekar û xwendekar beşdarî civînê bûn.