Çand û huner

Pira Paloyê ya dîrokî li benda ziyaretvanan e

Pira dîrokî ku ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê va di nava "13 pirên Tirkiyeyê yên herî biheybet" da hat nîşandan, hê jî li ser lingan e û saxlem e

Önder Beyter  | 10.03.2019 - Rojanekırın : 13.03.2019
Pira Paloyê ya dîrokî li benda ziyaretvanan e

Diyarbakir

Pira dîrokî ku ji aliyê Wezareta Çand û Turîzmê va di nava "13 pirên Tirkiyeyê yên herî biheybet" da hat nîşandan, li benda ziyaretvanan e.

Berhema dîrokî ku li Paloya navçeya Elezîzê li ser Çemê Mûradê hatiye çêkirin û herwiha yek ji wan 13 pirên herî biheybet e ku Wezartê ji ser "portala çandê" ra bi navê "Şahidên Dîrokê: Pir" ragihand. Ev pira dîrokî ya li navçeya Paloyê hê jî li ser lingan e û saxlem e.

Ev pir ji ber ku li ser guzergeha Rêya Hevrişmê ye, berê wekî "pira di navbera Stenbol û Bexdayê de" dihat zanîn. Niha jî pir bala gelek turîst û wênekêşan dikişîne. Piştî agahdariya Wezaretê, tê pêşbînîkirin ku Pira Paloyê ya dîrokî dê bêtir ziyaretvanî biezimîne.

Şaredarê Paloyê Mehmet Sait Dagoglu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku ev berhem ket nava 13 pirên herî biheybet yên Tirkiyeyê ku ev yek jî ji bo wan serbilindî ye.

Dagoglu diyar kir ku li gorî qeydên dîrokî, ev berhem, pira yekemîn e ku li ser Çemê Mûradê hatiye çêkirin û wiha dewam kir, "Di serdemên cuda da pir hatiye temîrkirin. Temîreke mezin, gava Mûradê 4emîn derketiye sefera Bexdayê çêbûye. Ji bo ku artêş asan derbas bibe, pir ji temîrê daye derbaskirin. Herî dawî jî di 2009-2010an da bi destê Midûriyeta Giştî ya Rêbejayê hat temîrkirin."

Daoglu diyar kir ku gelek ziyaretvanên xumalî û biyanî ji bo dîtina pirê tên Paloyê û wiha pê da çû:

"Par qedera 5 hezar kesên ji welatên wekî Amerîka, Fransa, Holanda, Almanya û yên mayîn pir ziyaret kirin. Pir beriya ku wekî ji 13 pirên herî biheybet yên Tirkiyeyê were ragihandin, 5 hezar ziyaretvan diezimand, nexwe piştî vê agahdariyê ev amar dê zêde be."

- Pira Paloyê ya dîrokî

Pira Paloyê ya dîrokî li milê rojhilatê yê Keleha Paloyê li ser Çemê Mûradê hatiye avakirin. Pir ji 10 çaviyên ku berayî û bilindahiya wan cuda ne, pêk tê. Kîtabeya înşayê ya pira ku 300-350 metre dirêj û 4 metre jî biber e, tune ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.