İbrahim Atmaca
10 Adar 2019•Rojanekirin: 14 Adar 2019
Li Wanê jin eleqeyê nîşanî têlkariya zîvê savatê ku ji dewra Ûrartûyan heta niha maye, didin.
Walîtiya Wanê di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Civakî (SODES) da qursa têllkariya zîvê savatê vekir û 30 jin beşdarî qursê dibin.
Di çarçoveya "Projeya Destên Hêvîdar" da qurs li Navenda Jin û Malbatê ji aliyê hosteyê savatê Erhan Çelîk va tê dayîn.
Çelîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku hunera savatê ya ku ji dewra Ûrartûyan maye, ji bo ku li wanê neyê jibîrkirin ew dixebitin.
Çelîk destnîşan kir ku têlkariya savatê heta 2 hezar û 800 salî diçe û di dîroka Wanê da di nav hunerên destan da cihekî wê yê girîng heye û wiha dewam kir: "Her ku diçe têlkariya savatê tê jibîrkirin û radibe. Ji derveyî welêt ji bo ku vî karî hîn bibin mirov dihatin. Li Tirkiyeyê hosteyên vî karî pir kêm in. Em dixwazin vî karî cardin xurt bikin."
Çelîk diyar kir ku ew hewl didin ku vî karî fêrî kevanî û keçên xama bikin û nedin jibîrkirin û wiha dewam kir: "Berê li Wanê ji 130î zêdetir atolye hebûn. Mebesta me em dîsa wek berê zêde bibin û vê hunerê nedin jibîrkirin."
Çelîk diyar kir ku jin gelekî eleqeyê nîşanî qursê didin û wiha dewam kir:
"Eleqeyeke zêde nîşanî qursa me didin, lê ji ber ku seba vî karî sebir hewce dike û divê destê meriv têkeve ser. Navekî din ê savatê jî sebat e. Divê meriv sebir bike. Meriv dikare gerdeniyekê di hefteyekê da çêke, lê qursiyerên me dibêjin ez hema rojekê da çêkim. Çêkirina bazinekê heta 15 rojan diçe."
Ji qursiyeran Murşîde Kuzutê jî got ku ew heta li malê vala rûdinê, tê qursê û tiştan hîn dibe û wiha dewam kir:
"Qurs ji bo me derfeta kar e, heta em li malê vala rûdinên, em tên vê derê û tiştinan hîn dibin. Piştgiriyê didin budçeya mala xwe. Kesên ku berên em çêdikin dibînin, pir diecibînin. Bira kevanî li malê rûnenên û werin qursê."