Çand û huner

Li Sêrtê 'Tîrêjên Rojê' hatin temaşekirin

Li Tilloya navçeya Sêrtê "Tîrêjên Rojê" hatin temaşekirin

Fatih Gazioğlu  | 21.03.2019 - Rojanekırın : 22.03.2019
Li Sêrtê 'Tîrêjên Rojê' hatin temaşekirin

Siirt

Li Tilloya navçeya Sêrtê bi pergala ku Îbrahîm Heqî 250 sal beriya niha ji bo ku ber serê seydayê wî Îsmaîl Feqîrullah rohnî bike çêkiribû "Tîrêjên Rojê" yên berbanga sibehê hatin temaşekirin.

Ji bo "Tîrêjên Rojê" yên berbangê bên temaşekirin li qada navçeyê çalakiyek hat lidarxistin. Li Qada Bajêr a Tilloyê ji bo ku "Tîrêjên Rojê" werin temaşekirin ekraneke mezin hat danîn. Miftiyê Bajêr Ahmet Altiok di çalakiyê da Qur'ana Pîroz xwend û îlahî hatin gotin.

Welatiyên ku li hêviya derketina tavê bûn di dema xwendina Qur'anê tekbîr û selewat anîn.

"Tîrêjên Rojê" di saet 06.33an de derketin û bi qasî 5 deqîqeyan man.

Walî Alî Fuat Atîk, Wekîlê Serokê Şaredariya Sêrtê Ceyhun Dilşad Taşkin, Endamê Lijneya Şêwra Bilind yê Weqfa Ciwanan ya Tirkiyeyê (TUGVA) Bîlal Erdogan û endamên protokolê jî beşdarî temaşekirinê hedîseyê bûn.

- Bûyera Tîrêjên Rojê

Şêx Îbrahîm Heqî piştî ku seydayê wî Îsmaîl Feqîrullah di sala 1734an da wefat dike, turbeyeke ku quleyek li teniştê ye ava dike. Li ser girê ku 2,5 kîlomêtro dûrî turbeyê ye jî bi keviran dîwarekî çêdike.

Di pergalê da her sal di 21ê adarê û 23yê îlonê da tîrêjên rojê yên berbangê ji şibaka ku di dîwêr da heye, li neynika li quleyê dixe, tîrêjên rojê dişkên û ji şibakê şewqa tîrêjan li turbeyê û ji wir jî li kêlikê Îsmaîl Feqîrullah dixin.

Di 1960an da pergal di restorasyonê da xera bû û di sala 2011an da bi destên zanyarên zanîngehên curbicur cardin hat çêkirin.

Bûyera Tîrêjên Rojê di lîsteya Lijneya Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) da jî cî digire.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın