Elif Orhan
10 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Diyarbekira ku bi atmosfera aramiyê turîzma wê geş bû bi hatin biharê ra ji bo turîstên herêmî û biyanî yên ku tên Başûrê Rojhilat bû navenda cazîbeyê.
Diyarbekira ku bi mêvanperweriya xwe ya kevneşopî mêvanên xwe diezimîne bi çanda xwe mirov heyranê xwe dihêle.
Bi hatina biharê ra gelek ziyaretvan tên bajarê qedîm Diyarbekira ku bi dîroka xwe mirov hijmetkarê wê dimîne.
Diyarbekira ku bi atmosfera aramiyê turîzma wê geş bû bi hatin biharê ra ji bo turîstên herêmî û biyanî yên ku tên Başûrê Rojhilat bû navenda cazîbeyê. Diyarbekira ku bi mêvanperweriya xwe ya kevneşopî mêvanên xwe diezimîne bi çanda xwe mirov heyranê xwe dihêle. Bi hatina biharê ra gelek ziyaretvan tên bajarê qedîm Diyarbekira ku bi dîroka xwe mirov hijmetkarê wê dimîne. Turîstên herêmî û biyanî yên ku tên bajêr cihên wekî sûrên ku Di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Dinyayê ya UNESCOyê da cî digirin û Mizgefta Mezin a ku wekî 5emîn Harema Şerîf a Îslamê tê qebûlkirin, Kompleksa Muzeyê ya Îçkaleyê, Pireya Dehderî, meqamên pêxemberan û gorên sehabiyan, muzeyên Ziya Gokalp û Cahît Sitki Taranci ziyaret dikin. ( Mehmet Sıddık Kaya - Anadolu Agency )
Li bajarê ku bêhna dîrokê jê tê bereketa biharê
Turîstên herêmî û biyanî yên ku tên bajêr cihên wekî sûrên ku Di Lîsteya Mîrateya Çandê ya Dinyayê ya UNESCOyê da cî digirin û Mizgefta Mezin a ku wekî 5emîn Harema Şerîf a Îslamê tê qebûlkirin, Kompleksa Muzeyê ya Îçkaleyê, Pireya Dehderî, meqamên pêxemberan û gorên sehabiyan, muzeyên Ziya Gokalp û Cahît Sitki Taranci ziyaret dikin.
- Dirûvê Diyarbekirê gelekî guheriye
Serokê Federasyona Kursên Qur'anê û Mizgeftên Kocaaliya Sakaryayê Yuksel Ozdemir got ku di çarçoveya Projeya Şaristaniyê da li Gazîentab, Riha, Mêrdîn û Diyarbekirê geriyan.
Ozdemîr got ku bi otobêsa geştê hat û bi 35 kesên ekîbê ra li bajêr geriyan û wiha axivî: "Ez bi qasî 10 sal berê hatibûm bajêr. Dirûvê Diyarbekir gelekî guheriye. Pêşketinên gelekî xweşik çêbûne. Bêhna dîrokê ji Diyarbekirê tê. Hatiye restorekirin, xizmetên gelekî baş hatine kirin."
Ozdemîr da zanîn ku dê bi kêfxweşiyeke mezin ji Diyarbekirê biçin û bangî herkesî kir ku bên û Diyarbekirê ziyaret bikin.
- "Em li benda herkesî ne"
Midûra Otêla Hîlton Gardenê Selda Veske Çîçekê got ku bi hatina biharê turîzm geş bû.
Çîçekê got ku li bajêr demên dijwar çêbûn û wiha axivî: "Piştî ku atmosfera aramî û ewlehiyê pêk hat jimara turîstan zêde bû. Nêrîna kesên tên ên der barê bajêr da guherî. Êdî dikarin ku bi hêsanî li bajêr bigerin. Em li benda herkesî ne."
Çîçekê da zanîn ku geştan dest pê kiriye û hem turîstên herêmî hem jî yên biyanî gelek eleqeyê nîşanê bajêr didin û got hêviya ew e ku di mehên biharê da sezoneke behredar derbas bikin û vê mehê rêjeya tijîbûna wan ji sedî 60 e.
- Turîst kêfxweş in
Jorgen Jenssenê Norwêcî jî qal kir ji ber ku li bajêr e gelekî kêfxweş e û da zanîn ku seranserê 5 rojan dê li Diyarbekirê bigerin.
Jenssen diyar kir ku li Norwêcê mamostetiyê dike û da zanîn ku çanda bajêr gelekî dewlemend e.
Jenssen wiha axivî: "Ez heyranê xwarinên bajêr im. Mirovên bajêr gelekî xwînşirîn in. Mirov dikarin rastî çandên gelekî kevnar û dewlemend bên. Ez ji ber ku li vir im gelek kêfxweş im. Em li mizgeftan, muzeyan, sûrên dîrokî, Pireya Dehderî geriyan. Ez dixwazim ku bila herkes bê vir."
Deîmante Jankunaîteya Ukraynayî jî qal kir ku ev cara heştan e ku tê Tirkiyeyê û cara ewil e Diyarbekirê ziyaret dike û gelekî ji bajêr hez kir.
Jankunaîte wiha axivî: "Ez gelekî kelecanî me ka gelo ez ê çi bibînim, lewra ez heyranê çanda Tirkiyeyê me. Ez ji vir hez dikim. Ez ê cara ewil çanda herêmê bibînim. Ji ber ku li vir im gelekî kêfxweş bûm."