Kenan Irtak
10 Hezîran 2023•Rojanekirin: 10 Hezîran 2023
Koma Hollywood Vampiresê ya ku Johnny Deep jî di kadroya wê da cî digire jı bo konserê hat Stenbolê.
Balafira taybet a ku ji Bukreşa paytextê Romanyayê rabû û Johnny Deep û endamên din ên komê yên ku dê sibê li Lifeparkê bi hezkiriyên xwe ra bên bal hev hebûn di saet 16.00an da li Balafirgeha Stenbolê danî.
Deep û hevalên wî ji Termînala Hewageriya Giştî ya Balafirgeha Stenbolê derketin.
Berî ku ji balafirgehê derkevin rojnamevanan pirsa "Hûn bi xêr hatin, gelo tiştekî ku hûn dixwazin bibêjin heye?" pirsî. Deep bi Tirkî got ku "Spas".
Deep bi ekîba ewlehiyê ya taybet ra li wesayîta ku li benda wan bû siwar bû û çû otêla ku dê lê bimîne.
Deep du roj berê ji ber ku gûzeke piyê xwe êşandibû ragihandibû ku sê konserên xwe yên bi koma rockê ya Hollywood Vampiresê ra yên li Amerîkayê taloq kirin. Konsera ku dê endamên komê di 10ê hezîranê da li Stenbolê bidin nehat paşxistin.
Koma Hollywood Vampiresê ya ku ji Johnny Deep, Alîce Cooper û Joe Perry pêk tê di peyama ku berê weşandibûn da eşkere kiribûn ku dê hemû dahata konserê ji bo erdhejzedeyan bibexşînin fona alîkariya erdhejê DECê (Disasters Emergency Committee).