Sidar Can Eren
10 Hezîran 2023•Rojanekirin: 13 Hezîran 2023
Ava Sûlava Çilpêlekanê ya ku li Ovacixa navçeya Tunceliyê ye piştî barîna baran û helîna berfê zêde bû, der û dor geş bû û geştyaran diezimîne.
Li navçeya Ovacixê ya ku di nav çiyayan da siruşt niha geş bûye.
Ava çem û newal û golan zêde bû û der û dor jî bi rengên biharê xemilîn.
Ava Sûlava Çilpêlekanê ku di nav Çiyayên Munzurê ya raqima wê 3 hezar e da cî digire niha xweş û gur diherike.
Sûlav û siruşta di nav çiyayan da bala geştyaran dikişîne û kesên ji bo gera rojane tên jî têra dilê xwe li wan deran digerin û wêneyan dikişînin.
Hezkirên siruşt û wêneyan bi wesayîtên xwe tên gundê Gozelerê û li wir peya dibin û piştî rêwîtiyeke peyatî ya bi qasî 3 saetan dewam dike diçin qada sûlavê.
Ziyaretvanên xwe digihînin herêma sûlavê û di nav gul û çîçekan da wextê xwe xweş derbas dikin.
Çiyager Murat Bahçecî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji Elezîzê komeke ji 80 kesî pêk tê hatin Ovacixê û xweşikiyên navçeyê bi çavê xwe dibînin.