Nihat Kavşut
24 Tebax 2019•Rojanekirin: 27 Tebax 2019
Welatiyên derkevin ger û geştê li Şirnexê eleqeyeke mezin nîşanî şirinekên li bintara Çiyayê Gabarê didin.
Şirşirnekên Geliyê Bertûrê yên li bintara Çiyayê Gabarê ku 45 kîlomêtro dûrî Şirnexê ne û li texma navçeya Cizîrê dikevin eleqeyeke mezin dibînin. Welatiyên derdikevin ger û geştê piştî rêwîtiyeke ku qederê 5 kîlomêtro diajo şirşirnekan dibînin, dikevin û ger û geştê dikin.

Îdris Yaşarê hat serdana şirşirnekan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bona dîtina şirşirnekan bi saetan meşiyane û wiha axivî: "Divê haya her kesî ji vir hebe. Ez ji rayedaran dixwazim ku rêya herêmê xweş çêkin û bira her kes were bibîne."
Ji welatiyan Haci Ertaş diyar kir dixwazin tebîeta Şirnexê keşf bikin û got ku piştî hizûr çêbû me şirşirnek û tebîeta li bintara Çiyayê Gabarê ferq kir.
Abit Kurtê tevî malbata xwe ji bona ger û geştê hatiye diyar kir piştî aramî çêbû bi malbata xwe ra dikarin li bintara Çiyayê Gabarê derkevin ger û geştê.