Fatih Gazioğlu
24 Tebax 2019•Rojanekirin: 27 Tebax 2019
Rezerva Bandîayê ji Dakara paytextê Senegalê 65 kîlometre dûr e û ji turîstan eleqeyeke mezin dibîne.
Rezerva Bandîayê di sala 1990an da li ser 500 hektar erdî wek Parka Jiyana Beyanî hat avakirin. Li welêt ji vê pê va tu parkên wiha taybet tunene.
Li parkê ji zurefa, zebra, berazên beyanî, hespê pêşbaziyê, xezalên Afrîkayê, antîlop, meymûn, sevorî û heta mişkê firewn bi gelek cureyên cuda heywan dijîn.
Li parkê ji bilî van kergedan û bufalo jî hene. Li parkê di golê da tîmsah jî dijîn. Ji bilî vê di kafesê da keftar û çeqel jî dijîn. Keftar û çeqelan axlêba şev serbest berdidin.
Li parkê qasî 120 cure jî çûk dijîn û kosiyên reş yên mezin jî cî tên dîtin.
Li parkê gelek kûlubeyên Fulaniyên ku li Afrîkayê qebîleyeke mezin tê qebûlkirin jî hene.
- Di qurmên daran da hestiyên merivan
Li parkê di nav qurmên darên baobabê da hestiyên mirovan jî balê dikşînin.
Li gor agahiyên wê çaxê hin komên anîmîst ev dar pîroz qebûl kirine û miriyên xwe di qurmên van daran da veşartine.
Ji van komên nijadî yek jî Serer in. Li gor agahiyan, Sereran ji kesên ji nifşên nû ra behsa kevneşopî û dîroka qebîleyê dikir digotin "grîot."
Ev grîot heta 1960an di qurmên van daran da dihatin veşartin. Veşartina merivan di sala 1960an hat qedexekirin.
Her roj gelek turîstên xumalî û biyanî herêmê ziyaret dikin. Turîst bi tenê encax bi erebê dikarin parkê bigerin.
Serê sibê heywan li parkê digerin û ji ber vê rêzeke wesayîtan ya dirêj li derê parkê çêdibe.
Rêveberiya parkê jê 4 Senegalî, 3ê Almanî û yek ji Belçîkayê, bi tevahî di destê 8 kesan da ye.