İbrahim Atmaca
25 Hezîran 2019•Rojanekirin: 27 Hezîran 2019
Li taxa Digrakê ya Ilgina navçeya Konyayê cara 21emîn "Mihrîcana Yorikan" hat lidarxistin û di mihrîcanê da pêşbaziya "Ristina Teşiyê" hat lidarxistin û jinan teşî rist.
Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Taxa Digrakê wek kevneşopî pêşbaziya "Ristina Teşiyê" li dar xist û pêşbazî rastî eleqeya beşdariyan hat.
Serokê Komeleyê Murat Ugurlu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew dixwazin nifşa nû jî nirxên çandî yên ku li ber rabûnê ne bibînin û nehêlin ku rabe.
Ugurlu diyar kir ku di mihrîcanê da herî zêde pêşbaziya "Ristina Teşiyê" rastî eleqeyê hat û wiha dewam kir:
"Pîrikên me bi vî hawî teşî dirêstin û ji hiriyê tayê rîs çêdikirin û pê kon çêdikirin. Ji bo nifşa nû jî vê mîrata çandî bibîne û hîn bibe, me ev pêşbazî li dar xist. Em hersal vê pêşbaziyê dikin. Gelek kes beşdar dibin."
Juriya pêşbaziyê ji teşîrêsên herî bitecrube yên taxê hat avakirin.
Piştî nirxandina juriyê sê kesên ku pêşbazî qezenc kirin wek xelat wê li nexweşxaneyeke taybet kontrola giştî bikin.
Di mihrîcanê da ji bilî ristina teşiyê, pêşbaziya hêk, ketina çewal, kaşkirina weris û xwendina helbestan jî hat lidarxistin.