Türkan Tosun
25 Hezîran 2019•Rojanekirin: 26 Hezîran 2019
Li Doganşara navçeya Sêwasê pêşangeha bûkan hat vekirin.
20 jin li Navenda Perwerdeya Gel a Navçeyê beşdarî kursa çêkirina bûkan bûn.

Bûkên ku jinan heta niha di kursê da çêkirine li Navenda Perwerdeya Gel a Navçeyê di pêşangehkê da hatin nîşandan.
Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî pêşangehê dan.
Midûra Navenda Perwerdeya Gel a Navçeyê Marziye Anlaş Ozkan got eleqeya ku ji bo pêşangehê hatiye nîşandan ber keda wan ketiye.
Ozkan got armanca wan ew e ku ew cil û bergên kevneşopî bi nifşên nû bidin hezkirin.