Çand û huner

Daraya Bajarê Antîk bala ziyaretvanan dikişîne

Haydar Şahin  | 18.07.2020 - Rojanekırın : 19.07.2020
Daraya Bajarê Antîk bala ziyaretvanan dikişîne Halil İbrahim Sincar - Anadolu Ajansı

Mardin

 Li Mêrdîna bajarê şaristaniyan Daraya Bajarê Antîk a bi dîrok û çanda xwe balê dikişîne bi normalbûna pêvajoyê va bala ziyaretvanan dikişîne.

Li Taxa Oxuzê ya 30 kîlomêtre li dûrî navenda bajêr li qada 34 sal e lê xebatên vekolanê tên kirin gelek berhemên heyamên berê û bermayiyên mîmariyê derketin holê.

Li Daraya Bajarê Antîk a ji bajarên girîng ên Mezopotomyaya kevn dêr, qesr, çarşî, zindan, topxane û bendên avê hene. Di çarçoveya tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da deriyê bajarê antîk ji ziyaretvanan ra hat vekirin.

Ji ber tevdîrên Kovîd-19ê demeke dirêj bajarê antîk bê deng û his mabû. Ji 1ê hezîranê pê va dest pê kirin ziyaretvanan hildidin qada nekropolê ya bi sedan merzelên ji heyama Romayê lê ne û berê li wê derê merasimên dînî dihatin kirin. Li vê qadê qerebalixî her ku diçe zêde dibe.

Daraya Bajarê Antîk bala ziyaretvanan dikişîne

Li Mêrdîna bajarê şaristaniyan Daraya Bajarê Antîk a bi dîrok û çanda xwe balê dikişîne bi normalbûna pêvajoyê va bala ziyaretvanan dikişîne. Li Taxa Oxuzê ya 30 kîlomêtre li dûrî navenda bajêr li qada 34 sal e lê xebatên vekolanê tên kirin gelek berhemên heyamên berê û bermayiyên mîmariyê derketin holê. ( Halil İbrahim Sincar - Anadolu Agency )

- Ji bo wêneyên dawetan wekî mekan tê tercihkirin

Turîstên dixwazin wêneyan bikişînin û kesên daweta xwe dikin ji bo wêneyan bikişînin Daraya Bajarê Antîk a Împaratoriya Romaya Rojhilat ji bo sînorên xwe ji Sasaniyan mihefeze bike ava kiribû tercih dikin.

Mehmet Kayayê ji rêberên dildar ên Daraya Bajarê Antîk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di van salên dawîn da Dara eleqeyeke mezin dibîne.

Kaya destnîşan kir ku ziyaretvan li gor tevdîrên vîrusa koronayê tên digerin û wiha axivî: "Nika di rojê da kêmzêde 3 hezar kes tên ziyaretê. Mêvan rûpêçê didin ber devê xwe. Guh didin rêgeza mesafeya civakî."

Kaya got kesên tên ziyareta bajêr û herêmê dixwazin Daraya Bajarê Antîk jî bibînin, turîstên xwecî zêde tên lê turîstên biyanî jî eleqeyê nîşan didin.

Kaya wiha got: "Em dixwazin ji hemû mêvanan ra li Darayê mazûvaniyê bikin. Dibê teqez vê derê bibînin."

Firat Îlhan jî destnîşan kir ku ziyaretvan eleqeyeke mezin nîşanî mekanê didin.

Îlhan got ku xebatên vekolanê jî dest pê kirin û wiha aixvî: "Em gazî her kesî dikin ku vî ciyê bêhempa bibînin."

- "Ji bo şahidiya berê bikin em hatin vê derê"

Hasan Tarhanê zava yê ji bo kişandina wêneyan hat mekanê got xwestin ku wêneyên xwe li Daraya wekî studyoya tebiî bikişînin.

Tarhan wiha pê da çû: "Ji bo şahidiya berê bikin em hatin vê derê. Me gelekî eciband. Pêşniyazî her kesî dikim."

Muhammed Sefa Yildizê ji Batmanê bi hevalên xwe ra hat vê derê jî got Dara gelekî ecibandin.

Yildiz got dibê her kes vê xweşikahiyê bibîne û wiha axivî: "Em bi mavênên xwe ra hatin vê derê. Gelekî kaw e. Bi dilrihetî dikarin li vê derê bigerin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın