Muhammet Kurşun
05 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
BATMAN
Fesla payizê xatir xwest û demsala zivistanê dest pê kir lê li navçeyên Batmanê yên wek Sazon, Hezo û Kercewsê dîmenên payizê bi hemû ciwaniya xwe ve balê dikişînin.

Li bilindahiyên Sason, Kercews û Hezoyê berfa ewil a salê bariya. Lê li Eyngebîra Hezoyê ku cihekî geştê yê diyar e û Şelaleya Tosunpinarê dîmenên payizê hê jî diyar in.

Ev dîmenên ji payizê mayî bo welatiyên ku diçin ziyaretê deverê kêfeke xweş peyda dikin.