Önder Beyter
04 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
GUMUŞHANE
Parqa Siruştî ya Gola Lîmniyê ku girîngtirîn yek ji devereke tûrîzmê ya li Behra Reş a Rojhilatê ye, bi roj bi xemla berfê bi şev jî bi xemla îşiqan bedewiyên wê yên siruştî derdikevin ortê. Ziyaretvan jî ji ber vê dîmenê dibin hejmetkar. Ziyaretvan herwiha li ser gola ku ji ber sermayê diqerise jî digerin ku kêfa mirov pir bi vê yekê tê.
Gola Lîmniyê ya li Torula navçeya Gumuşhaneyê ya ku di 2004an da bi destê Wezareta Karûbarên Av û Daristanan wekî "tîpa A ciyê geşt û seyranê" hatibû tomarkirin, 45 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e.
Li dewrûbera gola krater darên ladîn û qajê hene. Herwiha îsal bêtirî 100 hezar tûrîstî hatin seredana parqa siruştî ya li vê derê.
Dîsa li parqa siruştî ji bo ziyaretvanan xwaringehek û 22 koşkên daristanê hene.
Li vê derê herwisa xebatên zexmkirina binesaziyê û firehkirina kapasîteya wê berdewam in. Tê pêşbînîkirin ku di sala 2018an da 150 hezar tûrîstên dereke û xumalî wê seredana deverê bikin.
Piştî ku li Parqa Siruştî ya Gola Lîmniyê ya li pêşa Çiyayê Zîganayê berf ket, kameramanê AAyê ji esman dîmenê parqa ku lê şewq vêxistî ne, kişand.