Tirkiye

Serokomar Erdogan di ziyareta Bînalî Yildirim ya Gumuşhaneyê da bi telefonê bangî partiyiyan kir

Gazi Nogay  | 20.11.2021 - Rojanekırın : 22.11.2021
Serokomar Erdogan di ziyareta Bînalî Yildirim ya Gumuşhaneyê da bi telefonê bangî partiyiyan kir

Gümüşhane

 Serokomar û Serokê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê beşdarî Civîna Şêwirmendiya Bajêr a Gumuşhaneyê ya AK Partiyê ya Cîgirserokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim bû û bangî partiyiyan kir.

Cîgirserokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim li Navenda Çandê ya Gumuşhaneyê beşdarî Civîna Şêwirmendiya Bajêr a Gumuşhaneyê ya AK Partiyê bû û li wir bi telefonê Serokomar Erdogan geriya û wiha got: "Birêz Serokomarê min, gelê Gumuşhaneyê dixwaze dengê we bibihîze."

Serokomar Erdogan bangî gel kir û wiha got: "Ez ji Stenbolê bi hestên herî ji dil va silavê li we dikim. Roja me pîroz be, dahatûya me ronî be înşallah."

Erdogan got civîn bila li ser xêrê be, jin û ciwan hemû kes girîngiya civînan dizanin û bi taybetî ji hilbijartinê ra sal û nîvek maye ku ev jî nîşan dide civîn çiqasî girîng in.

Erdogan wiha axivî: "Ji bo Gumuşhaneyê bêtir girîng e. Piştî çêkirina Balafirgeha Gumuşhane û Bayburtê, Bayburt wê bigihêje asteke cuda. Bila tu fikara we çênebe em li ser piyan e, hûn jî li ser piyan bisekinin Gumuşhaneya me ji bo 2023yan amade bikin. Wek Îtifaqa Cumhur ji bo ku em ji 2023an serkeftî derketin em bibiryar in? Em ji bo ku dersê bidin wan kesên melûm amade ne? Şaxa jinan, şaxa ciwanan derî bi derî înşallah wê bigerin û ez pê bawer im ku Gumuşhane û Bayburt wê serkeftî encamê bi dest bixe. Înşallah wek her car dengê Gumuşhaneyê, dengê Bayrburtê wê bêtir xurt derkeve. Ez bi van hestan silavê li we dikim, ji hemû qademeyê ra, ji şaxa jinan û ji şaxa ciwanan ra serkeftinê dixwazim. Xwedê yar û alîkarê we be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.