Aborî

Warîlê nefta brent bi 62,65 dolarî ye

Warîlê nefta brent di roja yekemîn a şixul da li piyaseyên navneteweyî bi 62,65 dolarî tê firotan.

Önder Beyter  | 25.11.2019 - Rojanekırın : 26.11.2019
Warîlê nefta brent bi 62,65 dolarî ye

Ankara

Warîlê nefta brent roja înê derket 64,27 dolarî û dû ra bi 63,39 dolarî roj temam kir. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.20an pê va ji sedî 1,16 şikest û bû 62,65 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 57,98 dolarî hat firotin.

Li gorî daneyên şîrketa xizmetê ya qada neftê Baker Hugesê ku hefteyê carekê diweşîne, hejmara bîrên sondajê yên neftê yên li Amerîkayê di hefteya 16-22yê mijdarê da li gorî hefteya derbasbûyî 3 kêm bûn û berjêrî 671an bû. Bi vî awayî li welêt hejmara bîrên neftê 5 hefteyan ser hev kêm bûn.

Herwiha pispor destnîşan dikin ku ew yek nêzîk e ku Amerîka û Çîn li ser peymaneke bazirganiyê li hev bikin û lewma jî heger şerê bazirganiyê yê herdu serkirdeyên aboriya cihanê bisekine û ev herdu serkirde destê xwe bidin hev, dibe ku ev yek teleba kurewî ya petrolê zêde bike.

Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 62,68 û 62,72 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 62,55 û 62,49 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.